Diyarname
Li Washingtona DYA'yê bi çekan êrîşê Balyozxaneya Îsraîlê kirin; 2 xebatkarên balyozxaneyê hatin kuştin. Êrîşkar hatiye qufaltin.
Wezîra Ewlehiya Navxweyî ya DYA'yê Kristi Noem bi ser X'ê re peyam belav kir. Noem got ku li cihê nêzî Muzeya Cihûyan 2 kes "bêwate" hatin kuştin û got, "Li ser bûyerê lêkolîn didomin. Emê vî kiryarê bêehlaq teslîmê edaletê bikin."
Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî bi ser Truth Social re peyam belav kir û got, "Cihê nefret û radîkalîzmê li DYA'yê nîn e. Ev êrîşên xirab ku bingeha wê antîsemîtîzm e divê cih de bi dawî bibin. Ez sersaxî ji bo malbata kesên canê xwe ji dest dane dixwazim. Bûyîna bûyerên wisa tiştek xemgîn e. Bila Xwedê me hemûyan biparêze."
Şefa Polîsan a Metropolîtan a Washingtonê Pamela Smith jî gotiye kesê hatiye binçavkirin Elias Rodriguez ê 30 salî ye û di dema binçavkirinê de her diruşmên "Filîstîna Azad, Filîstîna Azad bilind kiriye.


