Diyarname
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê û li ser rewşa dawî agahî dan. Va ne ji daxuyaniyê tiştên derketine pêş:
- Piştî hilbijartinê me pêvajoya xwenûkirinê da dest pê kirin.
- Pêşî Hevberokên û Hevberdevkên HDK, KCD, HDP, Yeşil Sol Parti û DBP'ê civînên nirxandinên saz kirin. Paşê Hevserok û Hevberdevkên aliyên di nav HDP'ê de civiyan. Li ser hilbijartinê nîqaş hatin kirinl Koma me ya Meclisê dê civînê li dar bixe. Lijneya Rêveberiya Navendî 2'ê mehê dê bicive. Rojên 4-5-6'ê mehê Meclisa Jinan, Meclisa Partiyê û Hevserokên Rêxistinên Bajaran dê bicivin.
- Armanca me em mekanîzmaya rexnekirin û xwerexnekirin bidin dest pê bikin û ji bo serdema nû xwe amade bikin.
- Piştî civînên navendî li bajar û navçeyan emê ligel rêxistinên xwe civînan saz bikin.
- Di dema hilbjartinê de konferans-kongreya ku me bi paş ve taloq kiribû emê ji nû ve bidin dest pê kirin.
- Ji têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî, azadî û edaletê em gavek jî bi paş ve navêjin û emê vê ber bi pêş ve bibin.
- (Li ser pirsek berendamtiya Demîrtaş) Li hemberî gotinên spekulatîf Demirtaş bi xwe bersiv da ye. Ew hevserokê me yê berê ye. Dema me li ser van nîqaş kir, em ligel hemû pêkhateyên me, ligel hevalên me yên girtî jî axivîn. Ji ber rewşa hiqûqî ya Demirtaş me berendamtiya wî nenirxand. Jixwe dema me ligel wî nirxandin kirin, wî bi xwe berendamek jin pêşniyar kir.
***
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- Demirtaş: Min xwest bibim berendam, Navenda Giştî red kir
- Demirtaş: Vê kêliyê ez dest ji polîtîkayê ber didim