Diyarname
Fîlmê derhêner Nuri Bilge Ceylan "Kiş Uykusu" (Xewa Zivistanê" ji bo di xebatên Oscarê de cih bigire li ser navê Tirkiyeyê hat pêşniyarkirin.
Ceylan bi fîlmê xwe "Kiş Uykusu" di 67'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Palmiyeya zêrîn girtibû. Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Omer Çelik di hesabê xwe yê twitterê de wisa nivîsî: "Di xelatên Oscar Akademî beşa Fîlmê Biyanî de dê fîlmê Kiş Uykusu Tirkiyeyê temsîl bike. Ez hêvî dikim dê N.B. Ceylan heman serketinê li ser rêya Oscarê jî bi dest bixe û ez jêre serketinê dixwazim."