Îro saetên êvarê cenazeyê nûçegihan û wênegirê qenala KNN’ê Şûkrî Amêdî yê qezaya Amêdiyê ya girêdayî bajarê Dihokê ku 4 roj bûn tu agahî jê nedihat girtin, li gundek derdorê Amêdiyê hat dîtin.
Heya niha têkildarî bûyerê tu daxuyaniyek ji aliyê polîsên herêma Amêdiyê ve nehatiye dayîn. Her wiha hat diyarkirin ku qenala KNN têkildarî bûyerê wê lêkolîn bide destpê kirin.
Îsal di meha gelawêjê de nûçegîhanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî jî li Duhokê hatibû revandin û li Sêmêlê kuştî hatibû dîtin.
Ji Rojnewsê hatiye girtin


