Diyarname
Bi piştgiriya PEN’a Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, PEN’a Kurd rojên 10 û 11’ê gulanê, ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li ÇandAmedê konferansek li dar xist. Konferans bi sernavê “Ji bo Pêkanîna Bendên Manîfestoya Gîronayê” li dar ket. Rewşenbîr, nivîskar, zimanzan û mamosteyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û welatên cihê tê de amade bûn. Di konferansê de rewşa zimanê kurdî, pirsgirêkên wê û hewcedariya pêşxistina ziman hatin nîqaşkirin.
Roja Yekemîn: Konferans bi danişînên dewlemend dest pê kir. Di danişîna duyemîn de, bi rêvebiriya Kejal Ahmad, nivîskar Dilawer Zeraq axivî û got ku damezrandina Komara Tirkiyeyê hebûna kurdan û zimanê wan înkar kiriye. Wî behsa qedexeyên li ser zimanê kurdî kir û destnîşan kir ku plana “Şark û Îslahatê” ya 1925’an zimanê kurdî qedexe kiriye, ku ev yek bûye astengiyek mezin.
Zimanzan Samî Tan jî behsa “Zimankujî û Plansaziya Zimanî” kir. Wî got ku lêkolîn nîşan didin tenê sedî 29ji kurdan zimanê xwe baş dizanin û gelek nifşên nû zimanê kurdî winda dikin. Tan teqez kir ku divê ziman li gorî şertên bajaran were nûkirin û polîtîkayên zimanî yên bi hêz werin avakirin.
Nivîskar Xecê Şen li ser “Jineolojî û Rola Wê di Ziman û Wêjeyê de” axivî. Wê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û got ku jineolojî zanista jinê ye û di avakirina civakek demokratîk de girîng e. Wê her wiha behsa têkoşîna “Jin Jiyan Azadî” kir.
Sabîr Abdullahîzad rewşa hiqûqî ya zimanê kurdî li çar parçeyên Kurdistanê nirxand û got ku dewletên serdest zimanê kurdî bi qanûnan binpê dikin. Mamoste Dadyar Azad jî li ser perwerdehiya bi kurdî li başûrê Kurdistanê axivî.
Roja Duyemîn: Di danişîna sêyemîn de, nivîskarên wekî Cemîle Turhalli, Sîdar Jîr, Mozhgan Kavusî, Rojbîn Perîşan, Beyan Ezîzî û Firat Can li ser wêje û rewşa zimanê kurdî axivîn. Cemîle Turhalli got ku zimanê kurdî di xeterê de ye û divê polîtîkayên bihêz werin pêşxistin. Rojbîn Perîşan behsa rola nivîsê di derxistina dengê girtiyan de kir. Firat Can jî diyar kir ku sîstem li dijî kurdan dijminatiyê dike. Beyan Ezîzî astengiyên li pêşiya jinên nivîskar ên li rojhilatê Kurdistanê anî ziman. Mozhgan Kavusî jî li ser binpêkirina mafên mirovan ên li zindanên Îranê sekinî.
Sîdar Jîr li ser parçebûnê sekînî û got ku parçebûna Kurdistanê bandoreke neyînî li ziman û wêjeya kurdî kiriye. Wî teqez kir ku divê kurd xwedî statû bin û ziman, çand û nasnameya wan bê naskirin.
Konferans ji bo bidestxistina statûyeke fermî ji bo zimanê kurdî û pêşxistina perwerdehiya bi zimanê dayikê hate li darxistin. Hate gotin ku zimanê kurdî ji ber nebûna fermiyetê di warê jiyan û perwerdehiyê de teng maye. Her wiha girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê hate destnîşankirin.
Konferans bi tevlêbûna rewşenbîr û zimanzanên ji her çar parçeyên Kurdistanê serkeftî hate dîtin. Hêvî hate kirin ku ev xebat li bajarên din jî berdewam bike û bibe sedema nûbûnê. Bang hate kirin ku zimanê kurdî statuyeke fermî werbigire, perwerdehiya bi zimanê dayikê were pêşxistin û xebatên berfireh ji bo vejandina zimanê kurdî bêne kirin.
***
Nûçeya Eleqedar:


