Diyarname
Li dinyayê li gelek welatan meseleya "Di hefteyekê de 4 roj xebat, 3 roj betlane" tê nîqaşkirin û li hin cihan dest bi ceribandinan jî hatine kirin. Niha li ser vê yekê li Îngilistanê lêkolînek hat kirin û encamên balkêş derketin. Va ne ew encam:
- Li Îngilistanê hin kompaniya dest bi xebata 3 roj betlane, 4 roj kar kiriye. Li dor 70 kompanî beşdarî vê xebatê bûne û li dor 3 hezar kes di nav vê xebatê de ne.
- Li gor vê modelê xebatkar hefteyê tenê 32 saet dixebitin û ji meaşê wan jî pere nayê birîn.
- Di lêkolîna ku li ser van hatine kirin de derketiye holê ku 4 roj xebat 3 roj betlane bi kêr tê.
- Sedî 88 beşdarî ji bo lêkolînê axivîne gotine ev yek bi kêr tê. Tenê sedî 2 gotiye ev model zehmet e.
- Di lêkolînê de hatiye dîtin ku bi sedî 49'ê beşdaran de asta hilberînê bilindtir bûye, bi sedî 46'î de asta hilberînê neguheriye.
- Ev mînaka ku hatiye destpêkirin heta meha sermawezê dê bidome. Plan ev e. Lê li gor encamên nû, sedî 86 kompaniyê ku di nav vê ceribandinê de ne dixwazin vê modelê bidomînin.
- Heta niha welatên wekî Spanya, Almana, Zelandaya Nû, DYA, Îrlanda, Kanada û hin welatên din ên Ewropayê li ser vê modelê ceribandin kirine.
- Saziya bi navê 4 Day Week Global gotiye ku l idinyay"ê gelek kompaniyan ev ceribandin daye dest pê kirin lê sedî 20'ê wan hê di destpêkê de dest jê berdane.
- Îzlandayê par gotiye ev ceribandina wan gelek bi erênî bi ser ketiye. Lê li Îngilistanê wekî herêma pîlot di meha pûşperê de dest pê kiribû û 5 meh dabûn pêşiya xwe, mehan 11'an bi dawî dibe, ger ji nû ve nû nekin.
- Li gor lêkolînên li Îngilistan û Îzlandayê hatine belavkirin di navbera salên 2015-2019'an de li ser 2 hezar û 500 kesî ev ceribandin hatiye kirin û encameke baş jê derketiye.