Diyarname
Egîtîm-Sena Şaxa Wanê bi navê "Sosyo-Polîtîkaya Ziman" wê sempozyûma zimanê kurdî li dar bixe. Sempozyûm wê rojên 17-18'ê mehê li dar bikeve.
Li ser vê yekê endamên Egîtîm-Senê li avahiya sendîkayê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Komîteya Amadekar a Sempozyûmê Lokman Babat di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku piştî par, îsal cara diduyan e "Sempozyûma Zimanê Kurdî" li dar dixin û mijara îsal "Sosyo-Polîtîkaya Ziman" e.
Babat got ku ji ber zordarî û astengiyên li pêşiya kurdî her diçe ziman tune dibe. Babat wisa dom kir, "Ev wekî polîtîkaya dewletê heta niha meşiya û armanca vê polîtîkayê asîmîlekirina kurdan e. Mixabin li gelek cihan ev asîmîlasyon bi ser ket. Kurdan jî ji ber ku mafên xwe yên zimanî xwestin gelek êş kişandin."
Li gor agahiya ku Babak belav kir dê sempozyûm rojên 17 û 18'ê mehê, du rojan bidome û ji zanîngehên Kurdistanê, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek pispor di warê xwe de dê gotarên xwe pêşkêş bikin.
Babat bang li gel jî kir ku sempozyûmê bişopînin.


