Diyarname
Yê 29 salan li nav çar dîwaran de dê çawa bikaribe ber xwe bide. Nevzat Çapkin yek ji mînakên dawî de ku beşek mezin a emrê xwe li nav çar dîwaran derbas kir û ligel ku hat berdan jî nekarî ber xwe bide, canê xwe ji dest da.
Nevzat Çapkin 29 salan girtî ma. Li girtîgehê gelek pirtûk nivîsîn, lê di heman demê de di nav wan dîwarên sar de bi nexweşiyan ket ku yek ji nexweşiya wî ya giran qansêra qirikê bû. Piştî 29 salên girtîmayî 8 meh berê ji girtîgeha Tîpa T ya Beşîkduzuya Trabzonê hat berdan lê nekarî berxwe bide. Çapkin 30’ê mehê li Amedê li nexweşxaneya ku dihat derman kirin canê xwe ji dest da. Cenazeyê wî birin gundê Hecîreş a Farqîna Amedê û bi beşdariya gelek kesî defin kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê Keskin Bayindir, rêveberhen bajêr û navçeyê yên HDP’ê, endamên MEBYA-DER, TUAY-DER’ê û gelek kesên din di dema definkirinê de amade bûn.
Nivîskar Nevzat Çapkin li girtîgehê gelek pirtûk nivîsandin. Hin ji wan ev in: “Tasavvuf Uzerine Duşunceler” (Li ser tasavvufê hin dîtin), “Toplumsal Hakikat” (Heqîqeta Civakî), “Kurt Kulturu ve Edebiyatindan Seçkiler” (Çanda Kurdî û jHin Neqandinên ji Wêjeya Wê), “Îlahî Kanun ve Sosyolojî” (Zagona Îlahî û Civaknasî), “Modernîtenîn Mahşerî (Mehşera Modernîteyê), “Çiçeğe Agit” (Şîna bo Kulîlkê).
Foto ji MA'yê hatiye girtin