WAN
Serokê Elbaka navçeya Wanê yê MHP’ê Omer Bozkurt û 16 endamên desteya wan a rêveber îro çûn Desteya Hilbijartinê ya navçeyê û îstîfa kirin. Bozkurt paşê daxuyand ku ew piştgiriya BDP’ê dikin û bi hev re çûn buroya hilbijartinê ya ji bo namzedê bloka ked, azadî û demokrasiyê Kemal Aktaş hatiye vekirin û daxuyandin ku ew beşdarî BDP’ê bûne.
Bozkûrt li buroya Kemal Aktaş daxuyaniyek da û û destnîşan kir ku ew ê ji niha û şûnde di nava partiyên pergalê de cih negirin û ew dixwazin bi gel re tevbigerin. Bozkurt wisa axivî:
"Ji niha û şûn de em ê di nava partiyên sîstemê de cih negirin û em dixwazin bi gelê xwe re tevbigerin, divê ev yek ji bo her kesî bibe mînak. Ez bang li hemû gelê me û kesên li bajarên kurdan di nava partiyên din de cih digirin dikim ku gavek zûtir ji wir îstîfa bikin û werin BDP’ê.”
Paşê serokê BDP’a navçeya Elbakê Dervîş Polat, rozeta BDP’ê bi sînga Bozkurt ve kir.


