Diyarname
Ji bo Dora 3'yemîn a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê pişke hat kişandin. Di encamê de reqîbên bajarên kurdan jî diyar bûn.
Di vê dorê de 37 tîmên du di Dora 2'yemîn de bi ser ketibûn, 36 tîmên ji Lîga 2'yemîn, 18 tîmên ji Lîga 1'emîn a Spor Toto û ji Super Lîgê Antalyaspor, Atiker Konyaspor, BB Erzurumspor, Çaykur Rizespor, MKE Ankaragucu hene. Li Stenbolê pişke hat kişandin. Maçên Dora 3'yemîn dê rojên 25, 26 û 27'ê vê mehê bêne lîstin. Di vê dorê de çend tîmên bajarên kurdan hene. Ji bo Amed ji reqîbek mezin derket: Balikesir Baltok Spor. Balikeşir Baltok Spor di Lîga 1'emîn de, Amed Spor di Lîga 2'yemîn de dilîze.
Vaye ji nav hemû pişkeyê tîmên bajarên kurdan û reqîbên hev:
- Balikesir Baltok - Amed
- Anagold 24 Erzîncan - Gazişehir Gaziantep FK
- Şanliurfa - Yomra Spor
- Van BB - Hatette Spor
- Diyarbekir - Samsun
- Tetiş Yapi Elazig - Batman Petrol AŞ
- Gaziantep - Dêrsim
- Afjet Afyon - Siirt Îl Ozel Îdaresî
- Kastamonu - Bitlis Ozguzeldere
- BB Erzurum - Ankara Demir
**
Nûçeya Eleqedar:
- Diyarbekir, Batman, Sêrt, Wan, Dêrsim bi ser ketin
- Ji bo Dora 2'yem pişke hat kişandin
- Tîmên bi ser ketin diyar bûn
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de tîmên bajarên kurdan
*******
REKLAM
Daweta we heye û vexwendename lazim e? Fermo, ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan: Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul,
Telefon: 0212 -6266455
E-mail: info@davetiyeonline.net


