Diyarname
Koma muzîkê ya navdar a îrlandî ya rockê U2 di sala 2009'an de tûrneya xwe ya dinyayê bi navê "360 derece" dabû dest pê kirin û ji vê tûrneya ku heta 2011'an dom kir bi giştî 703 mîlyon dolar pere bi dest xist.
Li gor nûçeya kovara Pollstar a Amerîkayê U2 li 79 bajaran 110 konser pêşkêş kir û sal bi sal ev pere bi dest şist: 2009, 311 mîlyon; 2010: 160 mîlyon û 2011: 231 mîlyon dolar.
U2 di nav komên rockê de herî zede wê pere bi dest xistiye û bi giştî bilêtên komê li dor 101 dolarî hatine firotin. Di van konseran de 7 mîlyon kesî di konseran de li U2 guhdarî û temaşe kir.
Hate gotin ku beşeke mezin a ji vê 703 mîlyon dolarî ji bo sazkirina konser û sehneya konserê hatiye xerckirin. Di her konserê de ji bo sazkirina platformê gelek kes dixebitî û ew kes di her konserê de bi komê re bûn loma jî digel karên ku kirine, gelek jî mesref kirine.
U2 ku li hemberî gelek bûyeran bihestiyar in, di sala 1997'an bal kişandibû ser windakirina Fehmi Tosun û kesên ku li Tirkiyeyê têne windakirin. Di konsera Stenbolê de jî bi jina Fehmi Tosun Xanim Tosun re hatibû ba hev û windakirina Tosun û windakirina kesên din careke din derxistibû rojevê.