Diyarname
Hunermend Ahmet Guneştekîn bi ser hesabê xwe yê tora civakî bertek nîşanî girtina siyasetmedaran da û got, "Em dibînin ku bîra 100 salî ya Tirkiyeyê bi pirsgirêk e. Bi taybetî di vê çarîk sedsalê de tiştên bi ser me re derbas bûne û zehmetiyên ku nifşê di vê demê de hatiye dinê dîtine, di bîra me hemûyan de ne."
Guneştekîn got ku îro beşek mezin a civakê li hemberî kesên hatine hilbijartin û hatine girtin, dîsa li hemberî girtina rojnameger, mirovên ramanwer aciz in. Mirov bi rojan e li meydanan li mafê xwe digerin, edaletê dixwazin. Guneştekîn wisa dom kir: "Ev daxwaza mirovan nîşanî me dide ku tiştekî şaş dimeşe. Piştî girtina Selahattin Demirtaş û Osman Kavala ku pêvajoya wan a girtîmayînê dirêj ajot, ji wê demê, heta bi kayûmê destdanîna ser şaredariyan aciziya nav gel mezintir dike. Vîn û hêviya guherînê ku Ekrem Îmamoglu temsîl dike bi rêyên derveyî sindoqê tê astengkirin. Dîsa girtina xebatkarê çandî Mahir Polat û gelek rêveberên din nîşan dide ku baweriya bi hiqûqa bê alî û edaletê lawaz bûye. Dîmena ku îro dixuye em ji dewleta hiqûqî, edalet, lîyakat û dewleta civakî dûr in."
Hunermend Guneştekîn diyar kiriye ku bi taybetî bi paşerojê re rûbirûbûn çênebûye, loma qada hunerî di lêgerîna tehayula rûbirûbûnê de ye ku ev yek baş tê fêmkirin. Guneştekîn herî dawî diyar kiriye ku ew mafê xwe yê hilberîn, vegotin û îfaderikirinê li cem xwe dihêle.


