BRUKSEL
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji Sekreterê Giştî yê NY'yê Ban Kî-moon re nameyek şand û der heqê konferansa Cenevre-2 ya di 22'yê rêbendanê de fikar û pêşniyarên xwe anî ziman. BDP'ê xwest, ku Desteya Bilind a Kurd wekî nûnerê kurdên li Rojava beşdarî Cenevre-2'yê bibe.
Nameya BDP'ê ya kopyayeke wê gihîşt ANF'ê, ji aliyê Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgirê Hevserok Nazmî Gur ve hatiye îmzekirin. Di nameyê de, ji bo Sûriyeyeke Demokratîk û Federal tê xwestin ku modela xweseriya demokratîk a li Rojava hatiye avakirin bê şopandin. Her wiha tê xwestin ku beşdariya Desteya Bilind a Kurd li ser navê kurdan li konferansa Cenevre-2'yê bê destekkirin. BDP, Desteya Bilind a Kurd li hemberî rejîma Baas û komên radîkal ên olî, wekî "rêya sêyemîn" bi nav dike.
Nameya BDP'ê wiha ye:
"Sekreterê Giştî yê NY Birêz Ban Kî Moon,
Ev name, ji bo em guman û pêşniyarên xwe yên li ser krîza heyî ya Sûriyeyê ku bandoreke kûr li Rojhilata Navîn û civîna Cenevre-2 ya di 22'ê rêbendanê de bê lidarxistin dike, hatiye nivîsandin.
Baş tê zanîn ku pevçûnên piranî yên di navbera komên mûxalîf ên li Sûriyeyê, dibin sedem ku bêaramî mezin bibe û gelên Sûriyeyê ji hev qut bibe, ku ceribandina vê qutbûnê gelekî zehmet e. Heta niha li Sûriyeyê Ereb, Kurd, Suryanî, Durzî, Elewî, Sunnî, Xiristiyan û gelek nasnameyên din nekarîn xwe bi awayekî azad îfade bikin. Di dema rejîma Baasê de ti nêrîn, çand an jî şêweya jiyanê firsend nedîtin ku xwe bi pêş bixin.
Bihara Ereb, ji bo Sûriye bibe welatekî demokratîktir, şensek bû. Gelek Sûriyeyiyan bawer kirin ku bi guhertinên werin jiyîn re wê her kesên li Sûriyeyê dijîn azad bibin. Di rewşeke ku gelê Sûriyeyê ji bo raperînê amade bû û li hêviya şoreşê bû de, destwerdanên derve yên ne rasteqîn, zerarên cidî dan ruhê şoreşger ê demokrasiya Sûriyeyê.
Mîna ku gelekî tê ziman; şoreş 'hatiye dizîn.' Hin komên radîkal ên olî ku ji hin dewltan destekê dibînin, vîna siyasî û rewa ya Sûriyeyê ber bi aliyekî din ve dibin. Di serî de komên ser bi El Qaîdeyê, bi dîtina me gelek komên radîkal ji kûrbûna krîza li Sûriyeyê berpirsyar in. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku hûn di vê mijarê de hesasiyeta xwe bînin ziman û ji bo pêşîgirtina li radîkalîzma li Sûriye û Rojhilata Navîn, bikevin nava tevgerê.
Di rewşeke ku li her koşeya Sûriyeyê pevçûn zêde dibin de, li herêma Kurdan a Sûriyeyê ku weke Rojava tê zanîn bi piştgiriya Desteya Bilind a Kurd re aramî serdest bûye.
Desteya Bilind a Kurd li bakurê Sûriyeyê yek ji rêxistina herî mezin a polîtîke ku li dijî El Qaîde û Rejîma Baas radiwest e. Li gel destekeke kêm a navneteweyî jî, ji bo xizmetê ji gelên Rojava re bike, Kurdan saziyên xwe ava kirin.
Îro li bakurê Sûriyeyê xweserî hat îlankirin û hikûmeteke herêmî ya demî hat avakirin. Li wê derê rêveberiyeke demokratîk, sekuler a xwe dispêre vîna gelên Sûriyeyê ava bû. Ev sîstem wê bi meclîsên herêmî yên li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê, hîn bêtir birêve biçe. Her kanton xwedî wî mafî ye ku zimanê xwe yê fermî hilbijêre. Li gorî Hevpeymaniya Civakî ya Rojava, Kurdî, Erebî û Suryanî weke zimanên fermî hatine qebûlkirin.
Li gorî peymana Hewlêr (Erbîl) a di 24'ê Kanûna 2013'an de li Herêma Kurdistana Federal a Iraqê di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) hat morkirin, biryar hat dayÎn ku Kurd weke aliyekî sêyemîn beşdarî civîna Cenevre-2 bibin. Ev peymana ku ji aliyê her du meclîsan ve hat morkirin, li Tirkiyeyê weke Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya bi Serokatiya Birêz Mesûd Barzanî û partiyên din ên siyasî yên Kurd ên li herêmê, destekeke tam didin.
Mijara ewlekariyê, di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel de ye ku ev hêz yekser bi Desteya Bilind a Kurd ve girêdayî ye. Di nava vê artêşê de tabûrên Kurd, Ereb û Suryanî hene.
Bi dîtina me, ji bo Sûriye bikeve ser rêya rast, polîtîka û pratîkên Desteya Bilind a Kurd firsendeke mezin e. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk û federal, xweseriya demokratîk a li Rojava ava bûye, dikare weke modeleke rasteqîn û di cih de bê dîtin.
Desteya Bilind a Kurd li hemberî rejîma Baas û komên radîkal ên olî "rêyeke sêyemîn" e. Weke partiya çaremîn mezintirîn a Tirkiyeyê û artiya ku herî zêde piştgiriya Kurdan digire Partiya Civka Demokratîk, em piştgiriyeke xurt didin beşdariya Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê Kurdên li Rojava bo Cenevre-2.
Ji ber vê yekê em ji we hêvî dikin ku hûn jî Desteya Bilind a Kurd weke nûnerê girîng ê Kurdên li Sûriyeyê û di heman demê de weke mûxalefeteke girîng a demokratîk li Sûriyeyê dawetî civîna Cenevre-2 bikin. Em di wê baweriyê de ne ku her hewldanên hûn di vî warî de bikin, wê feydeyeke mezin bide demokrasiya Sûriyeya pêşerojê û di vî warê de hêviyan zêde bike."


