Omer Dilsoz
Pirsa aydiyetê yek ji pirsa herî sereke ya jiyanê ye. Fikr û raman, hêz û vejena însên bi qasî aîtbûna wî ya bi cih, alî û hizrê ye.
Mirovek ji bo ku bikaribe xwe aydê cihekî bibîne, diviya têkiliyeke wî ya xurt bi wê derê re hebe û bi her awayî pê re bide û bistîne. Diviya li wê derê cihê xwe bibîne û qedr û prestîja wî bi qasî jîrî, ked û destheliya wî hebe.
Di vê çarçoveyê de min dil heye li ser ‘aydiyeta’ nivîskarên kurd çend gotinan bibêjim.
Wekî hûn jî pê dizanin, her dem ‘aydiyeta’ nivîskarên kurd wekî pirsekê li meydanê ye û gelek caran tê gotin ku nivîskariya kurdî dûrî civakê ye û rexne tê kirin ku nivîskarên kurd mesafeyê datînin navbera xwe û sazî û dam û dezgehên siyasî yên kurdan.
Ez bi xwe jî gelek caran rûberî vê pirsê bûme û vê pirsê hiştiye ku ez gelek kûr û pirhêlî li ser vê ‘îdiaya masûm’ biponijim. Belkî gelek caran ez jî wisa lê serwext bûme ku ‘ev heyamek e û dê bi demê re çareser bibe’ lê piştre ez pê hesiyam ku pirsa nivîskariya kurdî ya sereke pirsa aydiyetê ye.
Ango, nivîskariya bi kurdî bi pirsa xwe-aîtdîtina ‘kîjanê’ de di devê kendalan de ye.
Ji bo çespandin û piştrastkirina vê ‘îdiaya masûm’ ez dixwazim tenê nimûneyekê bi we re parve bikim.
Malûm e, hefteya borî 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Diyarbekrê bû. Ev mîhrîcan ji aliyê şaredariya DTP’ê ve tê organîzekirin.
Û konsera dawî ya mîhrîcanê ye. Ez jî bi hestên kurdewarî ji bo ku şeveke têr kurdî, têr stran û têr govend derbas bikim, wekî gelekî kesî li wê derê bûm.
Bala min kişand, pêşkêşvan beşdar û mêvanan dihejmêre; gelek navên naskirî û nasnekirî…
Heta vê derê her tişt normal e. Bi qasî ez rast hatim, bi dehan nivîskarên kurdî yên xwedan ber û berhemên hêja li wê derê bûn.
Û çend nivîskarên tirkî jî hatibûn.
Balkêş bû, behsa hemû nivîskarên tirkînûs hate kirin, lê qet nehate gotin ku bi vî zimanî jî tê nivîsandin û ew ên ku bi vî zimanî ber û berheman didin jî di nava me de ne.
Çima?
Ez wisa pê hesiyam ku nivîs û berhem bi kurdî be, wesfên nivîskariyê ‘heq’ nake, qet ne hêja ne ku di mîhrîcaneke wisa girseyî de ji aliyê bi hezaran ve bêne nasandin.
Çimkî kurdî tenê ‘diviya’ zimanê li pişt dîwaran be, tenê di salonên ku sed kes lê hiltên de ‘diviya’ bê dîtin.
Belkî ‘şerma’ siyasetmedaran bi wan tê kî dizane!?
Ji ber vê pirsa ‘aydiyetê’; pirsa ‘gelo em di kî derê vê hengamê de ne’ bivê nevê bi hemû nivîskarên kurdî re peyda dibe, a rastir tê peydakirin?
Ez dîsa vê pirsê ji xwe dikim, gelo cihê me li kî derê ye?
Em aydî kî derê ne?
Ji Azadiya Welat hatiye girtin