Amed
Kurdên Rojava ji ber ku deriyên sînor yên Tirkiye û Herêma Başûrê Kurdistanê li ser wan hatine girtin, êdî nikarin pêdiviyên xwe yên xwarin, vexwarin, mazot û pêdiviyên jiyanê temîn bikin, zehmetiyên mezin dijîn. Endamê Melisa Daîmî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Seydî Firat diyar kir ku ji bo destkeftiyên kurdên Rojava asteng bikin ambargo datînin ser kurdan.
Piştî li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û kurdên Rojava xweseriya xwe îlan kirin, li hemberî kurdan şerê aborî û zexîre hate detpêkirin. Bi 10 hezaran kurd ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê koçî bajarên herêmê kirin. Bi 100 hezaran kurd jî di nava pirsgirêkên aborî, cih û war de dijîn. Piştî şerê li Sûriyeyê pêş ket û kurdan xweseriya xwe îlan kir Tirkiye û Herêma Fedral ya Başûrê Kurdistanê deriyê bazirganiyê li ser kurdên Rojava girt. Kurdên Rojava ku deriyê sînor li ser wan hate girtin, niha herî zêde pirsgirêka xwarin, mazot, av û pêdiviyên jiyanî dijîn. Gelê Rojavayê Kurdistanê bang li rayedarên hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê kir ku deriyê sînor vekin. Li herêmê ji ber pirsgirêkên aborî Komîsyona Alîkariya Mafên Mirovan û Heyva Sor rêxistinbûna xwe îlan kir. Piştî Komîsyona Alîkariya Mafê Mirovan li Qamişlo avabûna xwe îlan kir, pirsgirêkên kurdên Rojava anî rojevê. Heyva Sor ku li Amûdê hate avakirin jî ji bo dermankirina nexweşan dest bi hewldanan kir.
'ROJAVA NAVENDA AŞTIYÊ YE'
Di derbarê rewşa kurdên Rojava de endamê Meclisa KCD'ê yê daîmî Seydî Firat diyar kir ku, kurdên Rojava rastî pirsgirêkên gelek mezin tên û lazim e bi lezgîn alîkarî bê kirin. Firat destnîşan kir ku, kurdên Rojava ji nû ve xwe bi rêxistin dikin û hewl didin ku hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin, lê rê li pêş wan tên girtin. Firat diyar kir ku, li ser kurdên Rojava hem zextên aborî û hem jî zextên siyasî li ser wan hene û wiha got: "Niha dixwazin bi polîtîkayên aboriyê kurdan ji herêmê koç bikin û herêmê vala bikin. Lê rojavayê Kurdistanê em dikarin bêjin navend û barageha aştiyê ye. Ne alîgirê şer in. Li Rojava suryanî, kurd, ereb û yên din di nava aramî û aştiyê de dijîn."
'PÊDIVIYA ROJAVA BI ALÎKARIYA ABORÎ HEYE'
Firat da zanîn ku, kurdên Rojava heta niha tu alîkarî negirtine û wiha berdewam kir: "Divê kes li hemberî vê rewşa kurdan bêdeng nemîne. Pêdiviya kurdên Rojava bi alîkariya aborî û civakî heye. Divê her kes alîkariyê bide wan. Kurdên Rojava helwesta xwe ya aştî û demokratîk berdewam dikin. Em bang li her kesî dikin ku alîkarî û piştgiriyê bidin wan. Divê hemû hêzên sivîl, demokratîk û aştî dixwazin, piştgiriyê bidin gelê kurdên Rojava. Em bang li hikumeta Federal ya Kurdistanê jî dikin û dixwazin ku helwesta xwe ya ambargoya li hemberî Rojava bi dawî bike. Em bang li rayedarên hikumetê dikin û dixwazin xwe ji bin tundiya welatên serdest derxin. Heta niha tu kesî alîkarî nedaye gelê Rojava û divê her kes destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Kesên alîkarî nadin jî divê astengiya alîkariyê ji pêş kurdan rakin. Em bang li cemaweriyê û raya gişti jî dikin û dixwazin ku her kes destê alîkariyê bide kurdan."
Navnîşana alîkariyê:
Heyva Sor “kurd@hotmail.com” navnîşana posta elektronîk û telefona hêjmar 0096352736778


