Kurdên Xelxalê…
Þoreþ Reþî*
Her mirovekî gorî xwe xeyalên xwe hene, xeyala min a herî mezin û agir berdidi dil û cegera min jî ev e ku; komek kurd li ku be, ez xwe bigîhinim wan û wir. Li ser çûyîn û belav bûna wan e ji Welat serê xwe bêþînim û binivîsim. Carna mirinê jî didim ber çavan û derim…Bi dehan salan berê min bihistibû ku li Xelxal û Xorasanê kurd hene. Bi çi zor û zahmetîyan min çend caran xwe gîhand Xorasanê lê Xelxal ji min re bûbû derdekî. Xewên þavan li min direvandin.
Min ew derd jî di sala 2019'an derman kir û pirtûka bi navê ”Ji dewletê heta koçberîyê Dîroka Kurdên Xelxal”ê nivîsand. Niha ez rihet im, çûyînek jî bibe, çavên min vekirî nabin!..
GERE EM HAY JI BIRAYÊN XWE HEBIN
Di roja îro de kurd ne kurdên berê ne; zanyarî, îmkan û daxwaza hevdû naskirine, hembêz kirinê ya wan bi pêþ ketiye. Bi dîtina min her kurd gerek li ser birayên xwê yên li cografyayên din xwedî agahî û zanyarî be! Ji swêdîyekî pezkovîyeke li quncikê welatê wî bipirsin, ew ê agahîyên têr û tiji bide we… Ji bo ku em bigihêjin asta xelkên din, gerekî pêþî em hev baþ nasbikin. Ji bo wê girîngîyeka mezin didim lêkolînên bi vî rengî.
XELXAL BAJAREKÎ BIÇÛK E
Xelxal bajarekî li bakûr û rojavayê Îranê û nezikî Behra Xezerê (Kesk) ye. Bajarekî biçûk e. Di dîroka kevin de bajarekî kurdan bû lê îro bûyê bajarekî tirkniþîn. Li bakurê bajêr 22, li baþûr jî
çar gundên kurdan hene. Li cîhekî wiha bicîhwarbûnê ku tiþtek lê þîn nabe; hemî kevir û kûçik in. Ji ber vê yekê kurd piranî derin bajaran kar dikin ku zikê xwe têr bikin. Ew jî dibe sedêm ku kurd hîn zûtir bihelin. Ne tenê ew yeka dibe sedem ku kurd asîmîlê bibin. Kurdên
wir dibin du desthilatdariyan de ne û têne çewsandin. Yek, pergala dewletê ya înkarê û dixwaze wan ji mafên wan ê mirovî dûr bixe. Ya din jî, bajarê ku lê dijîn e. Li bajêr ji bo ku tirk serdest in îznê nadin ku kurd ziman û çanda xwe bipêþ bixin…
LI XELXALÊ REWÞA KURDÎ
Bi van sedeman re girêdayî, zimanê kurdî li nava kurdên Xelxalê roj bi roj ji holê radibe; kurd belav dibin, bi miletên din re dizêwicin û bi ber tunebûnê ve derin. Pêwîst e kurdên li welat û derve, alîkariya wan a hiþyariya neteweyî, ziman û rêgirtina li ber asîmîlasyona wan bikin.
Mirov bawer nake lê mixabin kurdên Xelxalê muzîka xwe ji bîr kirine! Muzîka wan îro tirkî û talîþî ye. Sedema vê jî fiþarên tirkên wir in. Ev yek ji bo parçeyekî ji miletê me xeterîyeke pir mezin e. Di vî warî de jî em dikarin gelek tiþtan bikin. Bi taybetî jî hunermend û rewþênbîrên Urmîyê. Dikarin hunermedên herêmê perwerde bikin, alîkarîya wan bikin. Sê mehan carekê dikarin konseran bidin. Mirov heta kengî dibe temaþevan?
Kurdên Xelxalê îro di bawerîya þîîa de ne lê mirov di kevneþopîyên wan de þopa zerdeþtî, sersortî û êzdatiyê bi awayekî eþkere dibîne. Mînak: Di Newrozê de di ser agir re baz didin û dibêjin:
”Zerdiyê min malê te, sorxûyê te malê min” Yanî ku her çi nexweþî, xerabî hebe ya te be, sorbûn yanê zindîbûna te jî ji min re be. Agir, wekî alavê xirabiyan paqij dike û pîroz tê dîtin.
ÇANDA BÛKRÊKIRINÊ
Dîsa, wexta bûkê derdixin xalên keçikê piþta wê girê didin. Nan û xwê dikin piþtê û di dora tendûrê re 7 caran digerînin. Jê re dibêjin: "Me tu birê kirî, here. Nanê te tim germ, ava te sar be.” Di dora agir re gerandin pîrozîya wî nîþan dide, xwê jî wekî tê zanîn li cem zerdeþtîyan pîroz bû.
Kurdên Xelxalê stûxwar in, dilê wan bo welat lêdide, di der heqa wan de bixwînin, ji nêzik ve nas bikin û alîkarîya wan bikin ku ew kurd ji holê ranebin û kurdbûna xwe biparêzin!
*Têbiniya Diyarnameyê: Þoreþ Reþî lêkolîner û nivîskarekî kurd e. Pirtûka wî bi navê ”Ji dewletê heta koçberîyê Dîroka Kurdên Xelxal” ji Weþanên Payîz derket. Di pirtûkê de li ser kurdê Xelxalê gelek agahî hene.