Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de maçên dawî yên çarîk fînalê hatin lîstin û nîv fînalîst diyar bûn lê maçek heye ku di asta fînalê de ye: Manchester City û Real Madrid.
Di maçên duh de Napoli û Milan 1-1 mabûn, ji ber ku di maça yekemîn de Milan 1-0 bi ser ketibû derket nîv fînalê. Di maça din de jî Real Madridê li Îngilistanê Chelsea bi 2-0 têk bir û derket nîv fînalê.
Û îro: Îro jî du maç hebûn. Li Îtalyayê Inter û Benfica hatin hemberî hev. Maç bi 3-3 bi dawî bû. Interê ku li deplasmanê bi 2-0 bi ser ketibû derket nîv fînalê.
Di maça din de jî Bayer Munihê Manchester City (MC) kir mêvan. MC'yê li mala xwe 3 gol avêtibûn Bayernê û bi vê averajê li Almanyayê bû. Di maça ku MC'yê nehişt Bayern bilîze de maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Ji MC'yê Erling Haalang di deqîqeya 57'an de, ji Bayernê jî Joshua Kimmich (ji penaltiyê) deqîqe 83'yan de gol avêt. Bi vê encamê MC derket nîv fînalê.
HAALAND REKORAN DIŞKÎNE
Haaland bi gola ku avêt bû 35 gol ku di Lîga Şampiyonan de diavêje. Heta niha herî zêde lîstikvanê hollandî Van Nistelrooy gol avêtibû, ku hejmar 35 gol bû. Haaland gihîşt Nistelrooy. Nistelrooy di 42 maçan de gihîştibû 35 golan, Haaland di 27 maçan de gihîşt vê encamê.
NÎV FÎNAL
Di dawiya maçan de nîv fînalîst diyar bûn. Di nîv fînalê de Real Madrid û Manchester City, Inter û Milan bûn reqîbên hev.
Par jî Real Madrid û Manchester City di nîv fînalê de rûbûn reqîbên hev û Real Madridê zora MC'yê biribû. Îsal dîsa ew tên hemberî hev. Maça yekem 9'ê gulanê li Spanyayê dê bê lîstin. Rovenşa wê 16'ê gulanê li Îngilistanê ye.
Di maça din de her du tîmên îtalyan li hemberî hev in. Maça wan jî 9 û 16'ê gulanê tê lîstin.


