STENBOL
Hevsorkê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê BDP'ê yê Stenbol Sirri Sureyya Onder, ji bo piştgirî bidin nivîskar Ragip Zarakolu ku di bin navê operasyona KCK'ê de hatibû girtin li Fûara Pirtûkan a TUYAP'ê li standa Weşanxaneya Aram û Belgeyê pirtûk îmza kirin.
Xwendevanan eleqeyeke mezin nîşanî vê hewldanê dan û ji bo pirtûkan li Onder û Demîrtaş bidin îmza kirin ketin rêzê.