Diyarname
Hunermenda amerîkî Jessica Alba ya 27 salî ku sê hefte berê zewicî bû niha keçikeke anî dinê.
Li gor nûçeya US Weekly Alba di vê dawiya hefteyê de li Cedars-Sinai Medical Center a li Los Angelesê keçik aniye dinê.
Alba ku bi rêzefîlmê televîzyonê "Dark Angel (Meleka di tarîtiyê de)" û bi fîlmê "Fantastic Four" (Çarên Fantastîk) dihat nasîn di berfanbara par de biheml bûbû û bi Cash Warren re bûbû desgirtî.
Alba û Warren ri sala 2004'an de di seta "Fantastik Four" de hev nasîbûn ku wê demê Warren karê cîgirtiya derhêner dikir.
Alba û Warren di 19'ê gulana 2008'an de li Beverly Hillsê bi merasimeke sade zewicîbûn.


