Diyarname
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Serokê DYA'Yê George Bush li Qesra Sipî hevdîtina xwe pêk anîn.
Di daxuyaniya ku piştî hevdîtinê hate dayîn de hate gotin ku têkiliyên hikumeta Iraqê bi Tirkiye, Misir, Urdun û Kuweytê re xurt bûye, bi Îran û Sûriyeyê re jî ber bi normaliyê ve diçe.
Talabanî jî da zanîn ku hikumeta Iraqê îsal dê zagona petrol (neft) û hilbijartinê qebûl bike. Her wiha Talabanî der barê şerê navxweyî ya Iraqê de jî agahî dan Bush.
Dîsa di hevdîtinê de hebûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Iraqê hate axaftin.
Foto ji Yahoonewsê hatiye girtin