Navenda Nûçeyan
Êvara 12'yê mehê Serfermandarê HSD'ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) Mazlûm Ebdî beşdarî Ronahî TV bû û li ser rewşa dawî ya Rojava, pêşketinên li Sûriyeyê axivî.
Va ne ji wê hevpeyvînê hin gotinên Ebdî:
- Li Sûriyeyê rewşa nû derket holê. Di asta navneteweyî de ji nû ve sazkirinek heye. Êdî pêvajoyeke siyasî dest pê dike.
- Nûnerên hemû hevparên me divê di nav vê pêvajoyê de bin. Ji bo vê yekê gere em axa xwe biparêzin ku em beşdarî pêvajoyê bibin.
- HTŞ'ê têkiliyeke fermî ligel me danî û gotin ku tu pirsgirêkên wan ligel me tune ne. Lê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê êrîşê me kirin.
HEYETEK JI ROJAVA WÊ HERE ŞAMÊ
- Hewldan hene ku li ser navê Rêveberiya Xweser heyetek here Şamê.
- Em li dijî ewlehiya Tirkiyeyê ne tehdîd in. Rastî ev e. Lê em dibînin ku dewleta Tirkiyeyê êrîşê xwe yên herêma me didomîne. Bi piştgiriya gelê xwe emê vê derbas bikin.
REWŞA KOBANÎ
- Li hemberî DAIŞ'ê me çawa Kobanî parast bi vî awayî emê dîsa biparêzin. Amadehiyên me hene. Ji bo êrîşeke wisa çênebe hin dostên me di nav hewldanê de ne.
REWŞA MINBIC'Ê
- Me şerawestin ragihand, hêzên koalîsyonê di nav de bûn. Lihevkirinek hat çêkirin. Me li hev kir ku hêzên çekdar ji Minbicê vekişin û meclisên sivîl bajêr bi rê ve bibin. Lê hê ev yek çênebûye. Li Tişrînê pevçûn çêbûn. Niha rawestiyane. Em hêvî bikin ev şerawestin sibê çêbibe.
- Ji bo şerawestinê ligel ên êrîşê me dikin (qesta wî hêzên girêdayî Tirkiyeyê) em diaxivin. Lê ew ji me re dibêjin 'Em biryarê nadin, gere ligel dewleta Tirkiyeyê biaxivin, ew biryarê didin'.
LI DÊREZOR'Ê ÇI BÛ?
- Li Dêrezorê rewş cuda ye. Ji bo em ewlehiyê saz bikin em ji bo demek ketin aliyê rojavayê wê û em bi paş ve vekişiyan. Ji bo pêşî li DAIŞ'ê bigirin em ketin qir. Wekî Tirkiye dibêjin, tiştek wisa nîn e. Gor hin lihevkirinên ligel HTŞ'ê me xebata xwe temam kir û em vekişiyan. Niha îstîkrar heye, ne ew eleqeyê vî alî, ne em eleqeyê aliyê din dikin.
- Di destpêkê de HTŞ'ê agahî şand ku hedefa wan herêmên me ne.
TURBEYA SULEYMAN ŞAH
- Li ser Turbeya Suleyman Şah di qada navdewletî de hin mafê hiqûqî yê Tirkiyeyê heye. Me got li ser vê pirsgirêka me nîn e, me got hûn dikarin werin turbeyê bi cih bikin û me got em dikarin alîkarî jî bikin. Dema turbe bar kirin me alîkariya Tirkiyeyê jî kir.
ALA SÛRIYEYÊ
- Ala Sûriyeyê ya me qebûl kiriye ne ala Sûriyeya Ereb a rejima Esad e; di dema avakirina xwe de jî me ev al bikar anî.
HEVKARIYA HÊZÊN KURDÎ
- Hêzên kurdî gere rojek berê xwe bigihînin hev, hêza xwe bikin yek ê demê de. Beşek hêzên kurdan cuda here Şamê, beşek din li vir li ser erdê ye,birêxistinkirî ye, hêza wan heye, ew cuda bimîne, ev zirar e ji bo kurdan. Gere kurd yek bin. Ev tecrube me berê li başûrê Kurdistanê dît, ev tecrube gere neyê tekrarkirin. Çi xîlafên kurdan hebin bila hebin, lê belê li hember derve, li hember Şamê, li hember navendê gere nêrîna wan yek be. Ez hêvî dikim rêveberiya başûrê Kurdistanê jî alîkar be.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji bo van 24 saetan agahiyên li Rojava û Sûriyeyê


