Ak Partî îro 4'emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Vane hin notên ji kongreyê:
- Kongreya Ak Partî li Salona Arena ya li Enqereyê li dar ket.
- Kongre bi sansura li ser çapemeniyê dest pê kir. Ak Partî destûr neda rojnameyên wekî Cumhuriyet, Aydinlik, Sozcu, Evrensel, Bîrgul û Yeniçag bên kongreyê û kongreyê bişopînin.
Nava rojê di Starê de Nazli Oztarhan ev ji Berdevkê Ak Partî Huseyîn Çelik pirsî, Çelik wisa bersiv da: "Van rojnameyan heta niha gav neavêtiye Navenda Giştî ya Ak Partî. Ev rojname ne reşne, wekî neyar li dijî Ak Partî disekinin. Hinek dikarin ev gava me rast nebînin. Serokwezîrî saziyeke gel e, deriyên wê ji bo gel vekirî ne. Lê Kongre tiştek din e, wekî dawetek e ku hûn gazî hinan dikin, hinan nakin."
- Ji partiyên li meclisê nûnerên BDP, CHP û MHP'ê neçûn kongreyê. BDP ji bo kongreyê nehatibû vexwendin. CHP'ê ji ber sansura li ser rojnamegeran nûnerên xwe neşandin kongreyê, MHP'ê jî ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî kongreyê dibû nûner neşand. Kongereya Ak Partî bêyî nûnerên partiyên muxalefetê li dar ket.
- Erdogan silavên xwe ji Edirne heta Culemêrgê, heta Qers û îzmîrî, ji her derê re; ji welatên misilman; ji Avusturalya heta Brezîlya, Japonya û Kandayê ji hemû paytextên dinyayê re şand.
- Di beşa axaftinê ya silavkirina li mêvanan de Erdogan bêyî navê "Kurdistan"ê bilev bike got: "Serokê Rêveberiya Herêma Iraqê Mesûd Barzanî"... Digel ku di Zagona Bingehîn a Iraqê de jî başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî wekî "Herêma Kurdistana Federal" heye jî ne Erdogan, ne jî çapemeniya Tirkiyeyê navê Kurdistanê bilêv nekir.
- Erdogan gotina "Em bi sedî 99 jî bibin desthilatdar emê mafên sedî 1'ê jî biparêzin.
- Erdogan li ser pirsgirêka kurd jî îdîayên balkêş kir û wisa got: "Rêxistina Terorê ciwanên kurdan bi zorê radike çiyê, ciwanên kurd bi mirin û kuştinê hatine programkirin. Ji vê 4'emîn Kongreya Mezin a Ak Partî ez bang li birayên min ên kurd dikim. Bila her birayê min ê kurd destê xwe bide ser wijdana xwe û biaxive. Beyê di bin bandora rêxistina terorê de bimîne bila biaxive. Di dîroka Komarê de kîjan hikumetê bi qasî me gavên dilpola avêtine. AK Partî li vî welatî dawî li polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê anî. Di 10 salan de me 35 katrîlyon ji bo Rojhilat û Başûrêrojhilatê xerc kir. Me astengiyên li pêşiya kurdî rakirin. Me TRT 6 vekir. Ak Partî ketiye dû kuştinên kiryar nediyar. Li hemberî rêxistina terorê ku dixwaze li Rojhilat û Başûrêrojhilat helwesta zordar, otorîter, faşîzan saz bike, Ak Partî dixwaze her cure azadiya birayên min ên kurd biparêze. Îro ez bêyî aciz bibim, bêyî biwestim, ez dubare dikim. Bi inyad demokrasî, bi indyat bariş, bi inyad hevhembêzkirin, bi inyad biratî."