Diyarname
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku operasyona Tirkiyeyê li herêmê bêîstîkrarî tîne û bang li Tirkiyeyê kir ku polîtîkaya xwe ber çavan re derbas bikin.
Reutersê ji ajansa nûçeyan a Îranê "ÎRNA"yê nûçe girt û got Qasimî wisa gotiye: "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê bidome li Sûriyeyê dê rê li ber terorîzm û bêîstîkrarî veke. Enqere divê carek din li ser vê polîtîkaya xwe bifikire."
Qasimî bang kiriye ku pirsgirêkên li ser Sûriyeyê divê di pêvajoya Astanayê de bêne nirxandin.


