Nûredîn Zaza û çîroknûsiya modern
Sadedîn Çira
Çîroknûsiya kurdî, bi çîroknûsiya cîran û Rojhilata Navîn re hevçax e. Çîroka kurdî jî bi wan re, heta (ne girîng be jî) demeke kurt berî wan welidî ye. Lê mixabin ne perisî ye, mezin nebû ye, tim zarok maye.
Çîroka cîranan û cîhanê, merhale bi merhale pêþketî ye. Ji pitiktiyê bûye zarok, ji zaroktiyê bûye ciwan, ji ciwantiyê mezin bûye. Li pey mezinbûnê jî kemilî ye.
Çîroka kurdî jî wekî zarokek zeîf maye li nava nexweþiyan. Sedema vêya gelek in, lê du sedemên sereke hene, yek: Nebûna dewleta kurdan, du: Negihîþtina nivîskarên li dû nifþê Hewarê û nebûna xwendevanên kurdî ye.
Di bindestiya kurdan de herî pirr kurd sucdar in. Di talanbûna çanda me de, di pêþneketina wêjeya me de, herî zêde em gunehkar in. Ma çi ferqa yên ku di dema þer de bêdeng mane, ji xayinên ku li cem dijmin cîh girtine heye?
Çi ferqa kesên ku ji bo zimanê xwe fêr bibin tu zehmetî nedane xwe, ji neyarê qedexekar heye?
Di encamê de, beþeke serhildêr û berxwedêr bi tenê hatiye hiþtin; bi tenê þer kiriye û bi tenê þikestî ye. Lê hemû kurd û Kurdistan pê re têkçûye. Sûcdarên vê têkçûnê ne yên berxwedan e û þikestine ne, yên ku wan bi tenê hiþtine ne sûcdar. Ji bo hemû kurd xwe ji vê sûcdariyê xelas bikin û gunehê xwe biþon, divê wekî Qoço yê Pola yê di çîroka Gulê de bêjin:
“Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe rakir! Niha dora min e…” û zend û bendên xwe badin û xwe bidin pêþ.
Gulê, lehenga çîroka “Gulê” karaktereke balkêþ e. Mêrê xwe yê bi zorê pêre hatiye zewicandin dikuje û direve cem qralê çiyan Qoço yê Pola, ku panzdeh sal e her cure xirabî, zilm û kuþtinê kirî ye. Yanî ji neheqiya ku li wê hatiye kirin, bi çûyîna cem neheqekî/zalimekî mezintir, xwe ji gundiyên ku navê qehpikê li wê kirine diparêze. (Ango ji ber bê dîn/olan xwe davêje bextê bê îmanekî) Digel “tajanagên” ku li wê tên kirin jî, Gulê ji Qoço hezkirî ye û bextewar e. Qehpikek e di çavê gundiyan de. Qoço ji vêya ne aciz e. Wê wekî qehpikekê bi xwe re digerîne! Dema fahm dike ku wê dijmin bikeve welêt û wê ji wî re cî û ewlehî nemîne dibe welatparêz!
Gulê di vegera jêkirina serê zapitê dijmin de, ji hêla Qoço ve, bi gumana qehpetî û xayintiyê tê kuþtin. Gulê karakterek e ku dikare dijminê xwe (ku mêrê ne bi dilê xwe pêre zewicî be jî-zabitê serleþkerê dijmin be jî) bikuje û ji bo hezkirî û nirxên xwe jî dikare xwe bide kuþtin.
Nûredîn zaza forma çîroka modern bi nivîskariyeke xurt nîþan dide. Mînak: “Sorahiya rivîna agirê êzingan di tifikê de li dîwaran dihejiya.”
(çîroka gulê) Ev þayesendina þêwaza çîroka modern e. Zaza îspat kirî ye ku nivîskarên kurd dikarin çîroka gund û gundiyan bi qalibên modern binivîsîn in û bi motîf û hêmanên kurdî bixemilînin. Di çîroka stêrk de, jimartina nevê stêrkan û koma stêrkan nîþana vê yekê ye. Di çîroka “Hevîna Perîxanê” de, þikbariya perîxanê ya ku tiþtek ne baþ qewimî ye û daxwaza wê ya zû bigihê malê, wisa þayesendiye:
“Bayekî payizê yê pîs pelên daran ên çilmisî û zer dibarandin ser serê Perîxanê û apê wê. Ev pel wekî laþên miriyan diketin erdê û ew dinixumandin. Perîxanê bêhn teng dikir… Mal jê re dûr… Pirr dûr xuya dikir; dimeþiyan… Dimeþiyan lê nedihigiþtin.”
Rewþa wê yê hestiyarî û tengezariya giyanê ya wê kêliyê bi rewþa xwezayê re û neqadandina rê re, baþ li hev hatiye. Dema qala þivanekî gundî jî dike, evîna wî ya paqij bi estetîkeke wêjeyî pêþkeþ dike. Mînakek ji çîroka stêrk:
“Di her tiþtî de ez bi livînekê dihesiyam; giya mezin dibûn, kulîlk vedibûn, mêwe digihan...Dilê wan jî wekî dilê min hildavêt û xwîna wan jî wekî ya min dibeziya… Stêrk bi xwe radibûn û rûdiniþtin.”
Heftê sal berê Nûredîn Zaza çîroka kurdî ji þêwaza klasîk rizgar kirî ye. Ji aliyê naverok/tematîk heman tiþt be jî, ji aliyê teknîkî, hûnandin, vegotin û karakterîstîkî ve, ewilîn çîroka kurd ya modern e çîroknûsiya Nûredîn Zaza. Di çîroka keskesor de, Zaza qala serkeftin û têkçûna serhildana Þêx Seîd dike. Çîrok di þêwaza bîranîn-vegotin de ye. Di 1941'ê de N. Zaza wiha gotiye:
“…Em kurd li benda bihara xwe ne; li benda baraneke bi keskesor in.”
Heftê sal di ser re derbasbûye, dema em bala xwe didin rewþa kurdan a siyasî û wêjeya kurd, kurd jî û wêjeya kurdan jî, niha ji her demê bêtir nêzîkî ‘bihara xwe ne’ Çîroka Zaza li pey kêfxweþiya jiyanê, surprîzên nebaþ ên jiyanê rû bidin jî, bi hêvî diqedin. Mînak çîroka “Derketî”(adaptasyon e) û çîroka “Xûrþîd” Çîroka “Derketî” bi dubarekirina gitina “Derketî li her derê bi tenê ye” ji gelek hêlan ve nivîskar analojiya xerîbiyê û welatê xwe dike, digel dilê xwe bi xwe þewitînê. Lê di dawiya çîrokê de wiha diqîre:
“Derketiyê reben! Ev girîn û zarîn bes i!... Hêviya xwe vejîn e û xwe ragire; tu jî rejekê bigihêjî miraz û armanca xwe, heke îro nebe jî… Sibehê!”
Çîroka Xûrþîd ku lawê xwe yê li ber zewacê û tekane, li ber çavê wî di avê de difetise jî mînaka duyemîn e. Xûrþîdê bê derd û dewlemendê gund, piþtî mirina lawê xwe, di salekê de, ji qehran kal dibe. Lê ew û meleyê gund dest didin hev, ji bo zarokên gun perqerde bikin û “Piþtî þandeh salan di gund de daweta çil xortên hêja, xwenda û miletperwer çêdibû û Xûrþîd têde bi serê govendê girti bû.” (çîroka Xûrþîd) Nûredîn Zaza di koma nivîskarên Hawarê de, digel temenê xwe yê ciwan (22 salî ye) bi qasî ku xwedî mîsyon e, ew qasî jî xwedî wîzyon e di wêjeyê de. Lê mixabin ev di wêjeyê de nadome. Gelo siyaset behremendiya wêjeyî ko dike? Ne wisa be, çima Nûredîn Zaza ku hîmê çîroknûsiya kurdî ya modern (di temenekî ciwan de)avêtiye, piþtî ku dikeve siyasetê ji berhemdariyê dikeve? Di navbera dû salan de 9) çîrok, di navbera (46) salan de jî (heta wefata wî) tenê çîrokek “Þerê Mêþan” nivîsî ye.
Çîroknûsiya kurdî li pey Nûredîn Zaza û nifþên Hawarê, di cihê xwe de ma (bû). Lê ev pazdeh-bîst salên dawî, bi gelek pênûsên ciwan ku ne di bin asta çîroka cîhanê de ne, çîroka kurdî (bi giþtî wêjeya kurdî) ber bi ‘bihara xwe’ ve bi gevên xurt dimeþîn in.