Diyarname
Cîgerê Serokê Delegasyona Tiryeyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Jurgis Vilcinskas û muşteşarên 19 welatên YE'yê îro çûn serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan.
Heyet ji bo hevdîtinan hat wanê. Di nav heyetê de Cîgerê Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ê Yekîtiya Ewropayê (YE) Jurgis Vilcinskas û muşteşarên welatên wekî Avusturya, Belçîka, Bulgaristan, Hirvatistan, Çekya, Estonya, Fransa, Almanya, Macaristan, Îrlanda, Letonya, Lîtvanya, Luksemburg, Malta, Polonya, Portekîz, Romanya, Slovakya û Swêdê hebû. Heyet çû serdana hevşaredaran.
Hevşaredar Şedal û Zeydan ligel Sekreterê Giştî Cavit Tatar, Cîgirên Sekreter û Serokên Daîreyan pêşwazî li heyetê kir.
Hevşaredaran ji bo heyetê qala piştî hilbijartina 31'ê Adarê û qeyrana mazbatayê ya ku derketibû holê kir.
Dûre Zeydan qala xebatên şaredariyêkir û diyar kir ku ligel hemû neyîniyan jî karên girîng dikin.


