Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha sermawezê eşkere kir. Di nav bernameyê de vê mehê 5 lîstik hene.
Lîstika "Hema Hema Jin Elizabeth" ku Berfîn Emektar derhêneriya wê kiriye, lîstika "Tartuffe" ku Ruknettin Gun derhêneriya wê kiriye du lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê ne ku ketine nava bernameyê.
Dîsa lîstika Batman Yenîsahne "Serbaz" (Derhêner Yakup Selimoglu), lîstika Tiyatro Alesta "Delibo "(derhêner Orçun Ucal) û "5 Sevim Apartmani" (Derhêner Orçun Ural) di nav bernameyê de ne.
Her wiha di çarçoveya bernameyê de konsera Xalid Tarî jî dê li Amîdartê li dar bikeve (12'yê mehê, saet 19.00).
Roja nîşandayîna lîstikan jî bi vî rengî ye:
- “Tartuffe, 5 û 6 sermawezê.
- Hema Hema Jîn Elîzabeth, 11, 19, 20, 26 û 27'ê sermawezê.
- Serbaz, 13 û 14'ê sermawezê.
- Delibo, 17'ê sedmawezê.- Sevim Apartmani, 18'ê sermawezê.
Hemû lîstik saet 19.00'an de têne lîstin.