Lokman POLAT
Hinek nivîskarên kurd hene tenê yek pirtûkek kurdî weşandine û êdî a duyem neweşandine. Nivîskarên kurd ên ku tenê yek pirtûk weşandine û êdî pirtûkek din neweşandine ne kesek, du kesîn, bi dehan in, heta dikarim bibêjim ku ji bîstan pirtir in. Helbet sedemên neweşandina wan gelek in û ez naxwazim li vir li ser wan sedeman bisekinim. Ew kesên ku pirtûkek weşandine û navber dane, ew bi xwe sedemên neweşandinê binivîsin hîn baştir e.
Hinek nivîskarên kurd jî dema li hepis û zindananin berhemkar in, pirtûkan dinivîsin, lêkolînan dikin, berheman diafirînin. Lê piştî ku ji hepisxaneyê derdikevin, azad dibin êdî qet têkilê bi nivîsê, bi berhem afirandinê nabin. Helbet li gor wan sedemên nenivîsînê hene. Ew jî sedeman binivîsîn û bi xwendevanên kurd re parve bikin dê baş bibe.
Nivîskarê kurd Nazim Ozcan yek ji wan nivîskarên kurd e ku, heta niha tenê pirtûkeke çîrokan nivîsiye û her wiha ew 10 salan di hepisxaneyan de maye û wî pirtûka xwe ya çîrokan jî li hepisxaneyê nivîsiye. Piştê ku ew ji hepisxaneyê derketiye êdî qet pirtûk neweşandiye.
Pirtûka Nazim Ozcan a çîrokan navê wê “Bi Xatirê Te Ey Roj” e. Pirtûk di nav Weşanên Komal de di sala 2007’an de derketiye. Pirtûk 79 rûpel e. Zimanê pirtûkê xwerû bi kurdî ye.
Di pirtûkê de 10 çîrok hene. Ez ê behsa naveroka yekê bikim. Naveroka neh çîrokên din jî bila xwendevan pirtûkê bikirin, bixwînin ku naveroka wan çi ne, derbarê kîjan mijarê de ne, fêr bibin.
Di çîroka bi serenavê “Berkaz” de taswîra hepisxaneyê, derûniya kesê hepsî ku çawa bêriya derve kiriye û li azadiyê digere û her wiha zehmetiyên li hepisxaneyê tê ravekirin. Kesê girtî li hepisxaneyê gelek pirtûkên çîrokan dixwîne û paşê biryara xwe dide ku ew bi xwe jî çîrokan binivîse. Ew diceribîne, lê belê tu mijarek nayê hişê wî ku binivîse.
Gardiyanê hepisxaneyê tê kaxizek pê dide îmzekirin û dibêje, “Bi rêya posteyê pirtûk ji te re hatiye, lê em nadin te…Pirtûk kurdî ye û kurdî jî qedexe ye.”
Ev rewş ê girtî gelek aciz dike û ew bêhnteng dibe, paşê jî di dilê xwe de dibêje “Hûn pirtûkên kurdî nedin min, ez ê bi xwe binivîsim.” Û ew dest bi nivîsîna çîrokên xwerû bi kurdî dike.
Piştî ku min pirtûka Nazim Ozcan a çîrokên kurdî xwend û qedand, min ji xwe re got “Xwezî wî nivîsîna çîrokên kurdî bidomanda. Di ser nivîsîna pirtûka wî re sêzdeh sal derbas bûye û hêj pirtûka wî ya duyem derneketiye.” Bi hêviya ku ew ji nû ve dest biavêje pênûsê û bi kurdî nivîsandina çîrokan bidomîne.
polat.lokman@gmail.com