Diyarname
Yekîtiya Pirtûkfiroşên Amerîkayê di meha avrêlê de dê Roja Pirtûkfiroşên Serbixwe li dar bixista lê ji ber vîrusê bi paş ve xistibûn, niha 29'ê vê mehê li dar dixin.
Ev bû çend sal vê çalakiyê li dar dixin. Di rojê de pirtûk bi erzanî têne firotin, çalakiyên cur bi cur têne li dar xistin. Îsal li dor 600 pirtûkfiroş beşdarî vê çalakiyê dibin. Li mexazeyan daxistina pirtûkan, xwendina pirtûkan, çalakiyên ji ser qada sanal (online) re, hin çalakî dê li dar bikevin.


