Diyarname
Ne li Amedê tenê, li Hindistanê jî ceryan têne birîn. Herî dawî 300 mîlyon kes bê ceryan ma.
Li bakurê Hindistanê elekrît hat birîn. Di 10 salên dawî de ev birîna elekrtîkê ya herî mezin e û bi vê yekê li paytext Delhî, li Pencap, Haryana, Uttar Pradeş, Himachal Pradeş û Racistan elektrîka gel hate birîn û 300 mîlyon kes ketin bin bandora vê tevgerê.
Hê nizanin ji ber çi ceryan (elektrîk) hatiye birîn lê tê gotin ku ji ber zêde bikaranîna ceryanê ev yek çêbûye.
Ji ber ku gelek caran elektrîk tê birîn gelek caran jî li kuçeyan çalakiyên şermezarkirina vê yekê hatibûn li dar xistin.
Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh îdîa dike ku ji bo çareseriya elekrtîkê pêdivî bi enerjiya nukleer heye. Li welat tê texmînkirin ku sedî 3 ji enerjiya nukleer hilberîna elektrîkê pêk tê. Lê gel naxwaza santralên nû yên nukleer çêbibin.
Li welatên pêşketî wekî Almanya, Îtalya û yên din dikin ku dest ji nukleerên santralê berdin û ji bo vê yekê jî bernameyeke deh salan dane ber xwe. Li welatên paşketî wekî Tirkiye û hinên din jî dikin ku santralên enerjiya nukleer çêbikin.
Li Amedê jî ceryan têne birîn
Meseleya elektrîkê ne tenê li Hindistanê, li nav kurdan jî pirsgirêk e. Di van rojên havînê de li bajarên Amed, Riha û yên derdorê jî elekrîk têne birîn.