Edîb POLAT
Romana Îlhamî Sîdar a bi kurdî “Tehma Xweliyê” digel ku gelek kêmasî û xeletiyên peyvnasî û hevoksaziyê dihundurîne jî, bi felsefeyek rojhilatî û metaforek mîstîk hatiye nivîsîn. Wekî ku çawa nivîskarê îranî Sadik Hîdayet di destpêka romana xwe ya “Kundê Kor” de dibêje, “Ez vê serpêhatiyê ji siya xwe ya li ser diwêr re dinivîsim”, Sîdar jî romana xwe wekî serpêhatî honaye. Wekî vegotinek psîkolojîk û felsefî ya rêwîtiya nava giyanê mirov...
Roman navê xwe ji felsefeya qehremanê romanê digre ku di dawiya serpêhatiya xwe de wiha dibêje:
“Di esasê xwe de min baş fêm dikir ku dema tehmijandina xweliyê hatibû, agirê ku min veguhestibû mistek xweliyê, vê rastiyê bi min dabû fêmkirin. Erê di nav ecêbek pizotên agir de meşiyabûm û dawiya dawî li vê rastiyê hay bibûm.”
Kesê ku wekî dewrêşekî ji Stenbolê (Konstantinê) dikeve rê, welê dixuye ku wekî kurê zengînekî hatiye dinê û wisa mezin bûye, lê berê xwe dide Kurdistanê û heta Bedlîsê piştî rêwîtiyek dirêj û bi zehmet tê. Çi ye ew pengizandiye heta Bedlîsê?
Hevalek bavê çîrokbêj rojekê li baxçe pêrgî wî tê. Lê ew di nava giyanek tevlihev de ye, li wateya jiyana xwe digere, li felsefeyekê dest dipalikîne. Ew katib û nedîmê meclisên Siltan Selîm Xan, piştî guhê xwe dide wî dostê bavê xwe û “rihê xwe teslîmî peyvên wî dike”, ew jî dixwaze biçe Bedlîsê cem şêxê ku wî camêrî qala wî dike. Bi nameyek Îdrîsê Bedlîsî derdikeve rê. Name dê di bin kembera xwe de ji Şerefxanê Bedlîsî re bibe. Ev rêwîtî herikînek, miraqek, pirsên cur bi cur di dil û hişê xwendevên de vedijîne, xweza xweş tê şayesandin, bi çîrokên ku ew dibihîze, serpêhatiyên ku li cihê mêvan dimîne tên gotin, tameke xweş didin romanê. Ev teşe, bi rastî divê ne kurt be, mirov li bendê dimîne ku herî hindik 300-400 rûpel be.
Wekî hin romanên din yên Îlhamî Sîdar di vê berhemê de jî tevna vebêjê ji derbirînên dîrokî ye, lewma mirov dikare bêje wekî “Dagli” (Çiyayî) û “Bedirxan” ev jî romanek dîrokî ye. Şerê di navbera Şah Îsmaîl û Yavûz Siltan Selîm û bi vê mebestê pêkanîna têkiliyên Siltan bi mîrekê kurdan re beşek ji berhemê. Xwendevên ji aliyekî ve şertên demê ji devê Evdal Begê birayê Esma xatûnê hîn dibe. Roman ji derbirîn, raçavî, serpêhatî, sohbetên vî gerokî pêk tê, bi ser de jî çîrokên ku naskiriyên wî jê re dibêjin herikînek dide behremê.
Gava ew leqay Şerefxan tê û xan li sebeba hatina wî dipirse, berî bersiva wî bide û xwe pê binase, yekser nameya ji bin kembera xwe derdixe. Şerefxan piştî nameya mohr li bin dixwîne qedr û qîmetek bêhempa dide wî, li vir cihêtiya felsefeyan û baweriyan dertê holê.
Şêx Ebû Reyhanê Kurdî qehremanek din e ku di jiyana serqehremanê me de cihek girîng digre. Gava Şerefxan pê re tê cem Şêx ew heyr û mital dimîne. Xwendevên li vir hîn dibe ku qehreman dema li Konstantînê bûye nav û dengê Şêx bihîstiye û wî ew ber bi xwe kişandiye. Ew li pêşberî Şêx dilerize, bandorek giran li ser dihêle. Di gelek berhemên rojhilat de, di rastlêhatinên wiha de hev û din ceribandin heye, zanîna hev, bi behra pirsên felsefî sihêtî dikin. Şêx jî wisa dike, pirs ji qehremanê me dike: “Nefs bêtir dişibe kîjan heywanî?” Bersiv: “Heştirme” ye, ango devekuşu. “Gava hûn bixwazin ew bifire, dibêje nikarim, lê gava tu bixwazî barek lê bikî, vê carê jî dibêje bi min nabe, ji ber ku ez balindeyek im!” û şehwet tê rojevê, dibe mijar…û helbet vîn û sebr jî…
Şagirtê Şêx êdî dikeve riyek zehmet, di gola perwerdeyê de noq dibe, heta şefeqek ku awirên dîlberekê li ser xwe dihesîne… Jina ku awirên wan li hev dieliqin Zelîxa ye. Evînek di navbera wan de dest pê dike, lê demek bi şûn de gava ew qewraşa xwe dişîne pey wî, ew heta qesrê, odeya Zelîxayê diçe.
Eşqa navbera wan, şehweta ku ew dijîn ji vir pê ve rengek din, nakokiyek li gunehan rapêçayî dide nîqaşkirin. Çimkî ew demek dirêj wekî jin û mêr dijîn heta ku nûçeyek tê guhên wan, dibêjin mêrê Zelîxa ji welatên dûr dê vegere malê.
Ev qehremanê ku zana ye, li ber destê Şêx perwerde dibe, di qesr û qonaxên Şerefxan de qedr û qîmetê dibîne, çawa bi hêsanî li pey du awiran diçe û dixurife, hem jî bi jina xelkê re? Helbet ev yek lawaziya însên dide nîqaşkirin. Qeyran, tevlihevî, nefsa şeytên, têkel û pêkeliya kesayetiyan di her demê de heye. Çawa ku dibêjin “însan şîrê xav vexwariye!”
Ew dê çi were serê wan piştî vegerîna mêrê jinikê. Şêx, berî qehreman li xwe mikur were, ew vê yekê fam dike.
Zelîxa dibêje, em bi hev re ji vir birevin, min bi xwe re bibe.
Ew vê yekê nake, lê divê xwe paqij bike. Lê çawa?
Gava qala evînê dibe, Şêx dostaniya nava Şemsê Tebrîzî û Mewlana tîne ziman, lê li dijî çewtfamkirinekê jî dertê.
Bala mirov dikşîne di çend cihan de roman bi helbestan hatiye xemilandin. Helbestek Mewlana, helbestek bi navê Dara Hîkmetê ku qehremanê çîrokbêj raste rast nivîsiye û çarînek Baba Tahir ku bi zaravayê Lorî hatiye nivisîn, lê li kurmancî hatiye wergerandin. Van helbestan xemlek din, tamek cihê, heyecanek û hêmayek didin. Ev yek ji hunera helbestnivîsê ya Sîdar tê ku pîşeya wî ya sereke ye.
Qehremanê sereke yê romanê têkiliyek xurt bi Şerefxan re datîne, wan rojan Xan dest bi nivîsîna berhema xwe ya sereke Şerefnameyê dike. Ji bo girîzgeha wê gava qala kurdan dike, dibêje “dîroka kurdan bi qehremanan tijî ye, ji van ê herî tê nasîn Ristemê Zal e.” Piştre ew dest bi çîroka Ristem û kurê wî Suhrab dike. Bi rastî di destana Ristem de ev bûyer trajediyek e. Li Semenganê ji bo dîtina hespê xwe dibe mêvan, bi keça paşê Tehmîne re ew şev tên cem hev. Dotira rojê jî mara wan dibirin. Piştî wê bihevrebûnê Ristem li wir namîne, demek bi şûn de hîn dibe ku kurek ji Tehmîne re çêbûye. Ew kur mezin dibe, dibe pêlewan, navî wî Suhrab e. Suhrab dixwaze biçe Îranê û bavê xwe bike Şahê Îranê, lê xêrnexwaz Efrasiyab dixwaze bav û kur bera hev bide. Ew hev nas nakin, wekî du şervan dertên meydanê, di encama şer de Ristem kurê xwe dikuje.
Bi dîtina min balkêşiya herî mezin ew beş e ku, Şêx bi şêweyek pir ecêb dilê her du dilketiyan (Zelîxa û çîrokbêjê me) ji hev sar dike. Di leganekê de xwîna ku ji milê Zelîxa digrin, îshala ku jê çûye û tiştên xwaribû û vexwaribû dicivînin û nîşanî dilketiyê wê didin, dibêjin ha ji te re, tu ji van hez dikî, ka ev bi kêrî çi tên?
Ew ji Şêx, Xan û Bedlîsê diqete, berê xwe dide Amedê cem munzeviyekî merdal û reben. Çîroka munzevîbûna wî kesî dişibe ya qehremanê me, ew jî ji dil şewitiye, mecnûnek e, lewma ceza daye xwe û ketiye wî halî. Tenêtî ji bo rihpaqijkirinê ye, dawerivandina kesayetê ye.
Çîrokbêj şalekî ji qumaşê hevrîşim di avê de dibîne, xwediya qumaş keçek e (Gulbanû), gelek qîmet dide wî şalî, ew yadîgar bûye. Piştre bi kalekî re çîrokbêj dide nasîn, Sadiqê Suxrewerdî. Kalo teoriya ronahiyê çêdike, li pey vê yekê ye, felsefeyek wî ya ecêb heye. Ji xwe roman navê xwe ji ramana wî extiyarî digre.
Heke mirov di dawiyê de bibe xwelî, gelo tehma çi ji xweliyê tê? Ji ber ku kesek ji dinyaya din serşikestî venegeriyaye, ev yek dê tu car neyê zanîn….
Me di serî de gotibû ji alî rastnivîsê de, gelek kêmasî hene. Çend mînak:
“Dem wekî xîze saetê diherikî…” (R: 16)
Qey cureyek xîza seaetê heye? Dibe ku saeta bi xîzê dixebite hebe…
“dinyayek e dûr, dinyayek e cuda”, ew “e” cihê nayê nivisîn. (R: 21) Her wiha “jiyanek e nû” jî. (R: 21)
“…efsane bi serê çavê xwe dît…” (R: 23) Dixwaze bêje “bi çavê serê xwe…”
“Destûra te hebe ji bo te xwarinek bêjim…” (R: 24) Xwarin kilam e tê bêjî? Xwarin tê xwestin. Bi tirkî hatiye fikirîn… Ango, “sana bir yemek soyleyeyim…”
“…Heta ji min hat li devê wî geriyam, lê tu peyv ji devê wî derneket.” (R:24)
Ev jî nîşana ramandina bi tirkî ye. “Agzini aradim veya yokladim.” Dikare wiha were gotin: “Min pir di ber da, bin zimanê wî şil bû, lê tiştek negot.”
“…Ne yekî wekî li hember min î reben…” (R: 25) Ne li hember yekî wekî min…
“…bi van pirsan nema bû min hiş bavêta…” (R:38) ? Belkî wiha be: “Ew mabû ku min hiş bavêta…” ango “hindik mabû min hiş bavêta…”
“… ew roj jî mijeke tîr hewayê dagir kiribû” (R: 51) “Mija tîr” encama fikirandina bi tirkî ye. Mij tarî dibe. Mijek tarî, çav çavan nabîne. Tîr ji bo dimsê, dew, lîmonata hwd. tê gotin.
Digel hemî kêmasiyan, heke çewtnivisîn û xeletiyên gramerî werin sererastkirin, romanek serketî ye Tehma Xweliyê.
(*)Tehma Xweliyê, Îlhamî Sîdar, Weşanên Aram, 2011
***
Nivîsên eleqedar:
- Romanên dîrokî û romaneke balkêş: Tehma Xweliyê
- Li Seraya Şerefxanê Bedlîsî ‘Tehma Xweliyê’
- Tehma Xweliyê
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Birîna Pervîn Buldan û gaza ji Brezîlya!
- Pelek ji dîroka pişaftinê
- OXIR BE, MAMOSTA TANÎLLÎ
- Piştgiriya Demîrtaş ji bo Beşîkçî pîroz e!
- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê