Li gorî malpera Şerqiye News a Iraqê, ji fermandarên payebilind ê YNK’ê Mela Bextiyar ji hewldana qetilkirina bi madeya jehrê rizgar bû. Mele Bextiyar ji bo tedawiyê birin Almanyayê.
Rojnews radigihîne ku malpera Şerqiye News a Iraqê li ser zimanê çavkaniyên YNK’ê ragihandiye ku rewşa tenduristî ya endamê Meclisa Bilind a Berjewendiyên YNK’ê Mela Bextiyar ji nişke ve ne baş bûey û ew yekser rakirine nexweşxaneyeke Almanyayê ku were dermankirin.
Li gorî testa destpêkê, hat eşkerekirin ku Mela Bextiyar madeya jehrê xwariye.
Heman çavkanî destnîşan kir ku kadroya tenduristî ku çavdêriyê li ser dermankirina Mela Bextiyar dike, teqez kir ku rewşa wî ya tenduristî di bin kontrolê de ye û aram bûye û dê piştî tedbîrên tenduristiyê vegere başûrê Kurdistanê.
Mela Bextiyar bi rêya diyaloga dawî ya bi Şerqiye Newsê re eşkere kir ku ew bi erka serokkomariyê nefikire, lê dibihîze navî wî hatiye pêşniyarkirin.


