Edîb Polat(*)
Brezîlya li ku, Amed li ku? Hûn dê bêjin çima we pêwîstî bi vê pirsê heye?
Ji ber vê çîrokê:
Ew roj li Amedê sibehek derasayî bû, bi bêhnek nedîtî nebînayî ronî dibû berbang; bermahiya bêhna bombeyên gazê yên rojek berê ku ewrek ji jehriyê li ser bajêr vegirtibû hêj didomiya. Berê min li cihê werzîşa sibehê bû, kêlîkê bi şûn de gava gihîştim Stada Mezin a Bajêr, bala min çû ser hesinek spî; ew bombeyek teqiyayî ya gazê bû. Fîşekek 20 cm bilind, ji eleminyomê. Gava teqiyabû, wê giyayê bin xwe reş kiribû û şewitandibû.
Rojek berê qiyametê bi wan bombeyan rakiribûn, ew çend bi têrî, toxî û bongî pêkanîbûn ku, yek jî bêyî vîna xwe (belkî jî bizanebûn) avêtibûn Stada Mezin ku ew gav kesek tê de tune bû.
Min ew kir bêrîka xwe, piştî xelasbûna werzîşê anî malê. Belê yek ji alava ku rojek berê çavê min jî şewitandibû, niha mêvanê min bû, li min dinihêrî. Digel ku heq nekiribû jî, ji bo nivîsên li ser bixînim min ew şûşt. Qilêr ji ser çû, lê ew bêhna kambax her li ser ma, tewer derbasî destê min jî bû.
Nav (ango marqeya) wê: CONDOR.
Li bin vî navî wiha dinivîsî bi îngilizî: “Non-lethal technologies.”, bi wateya “Teknolojiyên ku nakujin” bû ev. Piştre GL-202 hatibû lêkirin ku ev jî nimreya wê ya “serî” (rêzê) bû. Li hawîrdorê wê nivîsa “Tip 1” dikete ber çavên mirov. Tarîfa navê bombeyê wiha hatibû zelalkirin: “FÎŞEKA XAZÊ YA JI BO QADÊN VEKIRÎ.”
Ew gav bîranînek min wekî dîmenekê vejiya; di salên 1984’an de, di meha rêbendanê de ji bo razanxaneyên Zindana Amedê ev bikaranîbûn. Belê, ev fişeka xazê ya ku ji bo qadên vekirîbû!!! Zindan qadek ji zilmê re vekirîbû. Piştî bikaranîna wê bombeyê, hemî girtî rakiribûn nexweşxaneyê.
Bi nivîsek hûr balkêşiyek din wiha rêz bibû:
“Vê fişekê raste rast bi ser mirovan ve neteqînin!”
Dîmenek din: Piyê wekîl Pervîn Buldan… Xwîn diherikî, wê bi ranê xwe girtiye, di rûyê wê de êşek bêtarîf, tengezariyek kûr dixuye. Çend dîmenên din ji xwepêşandanan: yekî bi serê xwe yê birîndar girtiye û baz dide. Rojnameger dibê ev xort bi fişeka bombeya xazê birîndar ketiye.
Û nivîsa li ser wê cardin dixwînim: “Vê fişekê raste rast bi ser mirovan ve neteqînin!”
Li aliyê çepê du hejmar hatine nivisîn ku wateya wan nehat famkirin: 37/38. Li aliyê rastê jî ev dinivîse: CS 25 gr. Dibe ku giraniya wê be ev.
Û peyvek din ya tijî nakokî:
Alîkariya Lezgînî ya Yekemîn:
“Çavên xwe miz nedin û bi rewşeke vekirî berê xwe bidin aliyê bayê!”
Ango dibêje gava ev xaz ket çavên we, çav miz nedin. Heke ba were mirov dikare berê xwe bide ber bayê, lê heke ba neyê mirov dê çi bike? Ev ne diyar e.
Balkişandina herî qaşo bi wate:
“Dibe ku xetereya şewatê bi xwe re biafirîne!”
Dîsa qawîşek “5 Nolû” ya ku ji ber vê bombeyê şewitîbû, vedije. Doşek û betaniye alav digrin, kuxte kuxta girtiyan dertê heta derve. Dûyek reş bi ser zindanê ve vedigre.
Balkêşiyên li ser wê bombeyê maşelah naqedin, yeka din:
“Divê tenê ji aliyê personelên ku baş hatine perwerdekirin ve were bikaranîn.”
Metîn Lokumcuyê ku piştî dûxana van bombeyan krîza dil derbas kir, niha li pêşberî min dixuya, dirûşm diqêriya.
Balkêşî:
“Ji bo ku hûn bikaribin wê bavêjin deverek herî dûr, divê hûn berê çekê bi qasî 45 dereceyan bilind bikin!”
Pirsek tê eqlê min: Gelo gava ji bo cihên herî dûr werin avêtin, ew dê ji kontrolê dernekeve?
Şiyariyek din li ser dinivîse ku, ew wekî ku ne ji bo polîsên tirk be:
“Tenê ji bo qadên vekirî tê bikaranîn!”
Xema polîsên tirk e ev nivîs li ser vê bombeyê ye! Ew vê ji bo dagirkirina zindanan, ji bo şêlandinên banqeyan, revandina balafiran, berxwedana karkeran ya di kardistanan de heta niha çend caran bi kar aniye?
Agahdariya derheqa mêjoya hilberîn û bikaranînê de:
Sala herberîna vê fişekê: 01. 2010
Bo bikaranînê Mêjûya dawî: 01. 2015.
Hişyariya herî dawî:
“Heke piştî mêjûya dawî ya bikaranînê were teqandin, dê xetere be!”
Ev cure bombe li gelek deverên Tirkiyeyê hatiye bikaranîn û heke neqediya bin hêj tên bikaranîn. Lê, li Amedê gava diqedin, dewlet yekser cardin dişîne.
Kî dizane ew “Made in Brazil” e? Gelê Brezîlyayê yê xizan, pê dizane ku ev bombe ji bo kurdan tên bikaranîn?
Dengê we tê min, hûn dipirsin: “Gelo di naveroka wê de çi hebûye? Ew xaz ji çi pêk hatiye ku ew çend dev û çavên mirovan dişewutîne?”
Derbareyê vê yekê de yek peyvek tune ye, tiştek li ser nehatiye nivisîn.
(*)Nivîskar, Endamê Meclisa Tirkiyeyê ya Tevgera ‘78an
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Pelek ji dîroka pişaftinê
- OXIR BE, MAMOSTA TANÎLLÎ
- Piştgiriya Demîrtaş ji bo Beşîkçî pîroz e!
- Ziman û armanc û çend pirs ji bo Komeleya Nivîskaran
- Bavê min Ehmedê Reşo
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Şaşiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Şaşiyên ziman ên TRT 6'ê