Diyarname
Mamoste û zimanzan Samî Tan, Ronayî Onen û Mevlut Aykoç hatin binçavkirin.
Îro serê sibê polîsan bi ser mala her sêyan de girt. Zimanzan Samî Tan li Rihayê, mamoste Ronayî Onen li Amedê û mamoste Mevlut Aykoç jî li Stenbolê hat binçavkirin.
Di sala 2010'an de Tan, Onen û Aykoç ligel M. Sadik Varli pirtûka hînkirina ziman bi navê "Hînker" amade kiribû û derxistibûn. Ev pirtûk ji wan hatiye pirsin. Ew bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" hatine binçavkirin.
Zimanzan Sami Tan niha li Rihayê dijî û Serokê Komeleya Ziman û Çandê ya Kurdî ya Rihayê ye. Tan li wir xebatên xwe didomîne.
Ronayî Onen li Amedê xebatên xwe yên li ser ziman didomîne. Mevlut Aykoç jî li Stenbolê ligel xebatên xwe yên kurdî, di nav DEM Partî de jî cih digire.
Piştî "Hînker"a pêşî, Samî Tan û Ronayî Onen bi hev re "Hînker"ên din dom kirin. Heta niha Hînker 1, 2 û 3 derketine. Ligel ev 'Hînker'ên bi kurmancî, bi soranî û bi kirmanckî jî Hînker. Li gelek bajaran ev Hînker wekî pirtûka dersê tê bikaranîn.
DEM PARTÎ: MAMOSTEYAN BERDIN
DEM Partî bi ser hesabê xwe ye daxuyaniyeke belav kir û banga berdana wan kir. DEM Partî wisa got, "Mamosteyên me Ronahî Onen, Samî Tan û Mewlut Aykoç xîretkêşên zimanê kurdî ne. Hînkerên ku wan bi kedeke qedrbilind amade kirin, xwendin û nivîsîna zimanê me hînî me hemûyan kir. Demildest mamosteyên me berdin û ronahiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk nefetisînin."


