Diyarname
Li Meclisa Tirkiyeyê civînek li dar ket, lê ji bo temaşevanan, rojnamegeran derî girtî.
Piştî Îsraîlê êrîşê Lubnanê kiribû Serokê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, "Hedefa di rêzê de ya Îsraîlê Tirkiye ye". Li ser vê yekê civîn li dar dikeve. 10 salan tiştên ku li vir hatine axivîn dê veşarî bimînin.
Li aliyê din ligel ku Erdogan gotineke wisa kiriye jî beşdarî civînê nabe. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ewê li ser mijarê biaxivin.


