TEBQA
Di roja 3'yemîn a Dîdargeha 7'emîn a Wêjeyî ya Tebqayê de ya bi diruşma "Wêje, dîrok û jiyan e" 40 wêjekar hatin xelatkirin.
Di dîdargehê de nûnerên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dehan wêjekar, endamên Navendên Çand û Hunerê û nûnerên Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê beşdar bûn.
Li Keleha Caberê rûniştineke êvarê hat lidarxistin. Tê de li ser girîngiya wêjeyê û girêdana wê bi dîrokê re, her wiha li ser rêbazên pratîkkirina wêjeyê nîqaş û diyalog hatin kirin.
Di dawiya rûniştinê de 40 wêjekarên ji seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê hatin xelatkirin.
ANHA


