Biryar e nivîsgeha kenala TRTturk'ê li bajarê Hewlêrê bê vekirin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriya wê hewlê dike.
Rêvebirê Dîwana Wezareta Kulturê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Hakim Şakir Rojbeyanî di daxuyaniyekê de ji PUKmedia’yê re da zanîn, bi mebesta veguhastina çalakiyên bazirganî, kulturî yên li Herêma Kurdistanê, nûnerên kenala TRTturk'ê di çend rojên bihurî de ji bo îcaze wergirtinê serdana Wezareta Kulturê ya Herêma Kurdistanê kirine.
Rojbeyanî diyar kir, ew gava hikûmeta Tirkiyeyê di çarçoveya wan gavan de ye, dixwaze pêwendiyên aborî, kulturî û siyasî yên digel Herêma Kurdistanê bihêztir bike û agahdarî guhartinên li nav Herêma Kurdistanê be.
Rêvebiriyê Dîwana Wezareta Kulturê amaje bi wê yekê jî kir, wek hikûmeta Herêma Kurdistanê ew piştgirî li wê gavê dikin û ji bo bicihanîna karûbarên wê kenalê piştgirî bidin.
Hakim Şakir Rojbeyanî got jî: “Em piştgiriya her hewleke din a hikûmeta Tirkiyeyê dikin, ku sûd bi berjiwendiyên herdu aliyan bigihîne.”
Ji PUKmedia hatiye girtin


