Diyarname
Kovareke nû bi navê “Zarema” li qada wêjeya kurdî zêde bû. Kovara rexne û teorî bi hejmara xwe ye yekemîn vê gulanê derket pêşberî xwendevanan. Kovara çarmehane, dê bike ku li ser rexne û teoriyê çar mehan carekê hejmareke bigihîne ber destê xwendevanan.
Amadekarên kovarê gotine “Civaka kurd di warê nêrîn, fikr û raman, wêje, çand û hunerê de di nav veguherîneke mezin re derbas dibe. Di van waran de têra xwe danehevek çêbûye ku divê êdî bên tehlîlkirin, rexnekirin ku berhemên nû ji hêza rexneyê îstifade bikin” û di vê çarçoveyê de kovara xwe pêşkêş kirine.
Her wiha wan gotiye: “Em ê di Zaremayê de bi dil û çavên xwe, lingên me li ser axa me, ji nav civaka xwe bi nêrîneke dijkolonyal xwedî li çand û hunera xwe derkevin û derfetên nû biafirînin.”
Di hejmara yekemîn de van nivîsan cih girtiye:
Naverok
- Herekol Azîzan, Zilamek û zimanek
- Jeff Kaufman, Vejandina zimanê ibranî
- Mihemed Şarman, Emê tu dikarî di tariyê de bi tirkî biaxivî?
- Amir Hassanpour, Hestiyê zimên tuneye lê dikare hestiyan bişkêne
- Roland Barthes, Rexne çi ye
- Fexriya Adsay, Fetisîna di nav pirtûkan de
- Hesenê Dewrêş, Di hin berhemên kurdî de şopên çanda devkî
- Ayhan Oztunç, Di romana Cemşîd Xan de bîr, melankolî û şîn
- Joanna Bochenska, Rastiya veşartî ya xwedayekî kolonyal
- Mîrza Baran, Serboriya kêmnivîskariya lehengekî; êş û azara (ne)nivîsandinê
- Ferzan Şêr, Di navbera mînor û majoriyê de û jê wêdetir
- Mihemed Şarman-Fexriya Adsay, ’’Jibîrkirin mirin bi xwe ye’’, hevpeyivîn bi Mihemed Dide re
- Yilmaz Ozdil, Di navbera hebûn û nebûnê de sînemaya kurdî
- Burhan Yek, Ceribandina Niexandinekê li ser xerabiya Bekoyê Ewan
- Abdullah Çelik, Kalaşîkof ser de tarîx, merg û xovîrra kerdiş
- Ebdulxaliq Y’eqûbî, REwtî gorrankarîy qailb û nawerrok le şî’irî Hacî Qadirî Koyî da
- Hesenê Dewrêş, ’’Tenê girî ne qedexe bû’, hevpeyivîn bi Bûbê Eser re
- Cebar Cemal Xerîb, Giryan
- Barzoo Eliassî, Rewşenbîrên çepgir û kurd: Edward Said, Hamid Dabashi û Tariq Ali
- Mihemed Şarman, Kaniya Fenteziyan