Diyarname
Serdozgerê Komarê yê Stenbolê der barê nivîskar û rojnameger Hasan Cemal de lêpirsîn da dest pê kirin. Hasan Cemal ku ev demek dirêj e di malpera T24 de quncik dinivîse roja 12'yê gelawêja 2015'an bi sernavê "Yekemîn berpirsê rijandina xwînê Siltanê li Qesrê ye, hew!" nivîsandibû.
Dozger Umut Tepe teblîgek ji bo polîsan şand û xwest Cemal bê îfadeyê bide, ger neyê bi zor wî bînin.
Bi kurtahî Cemal di nivîsê de wisa gotibû: "
Ji ber ku Erdoganî têkçûna 7'ê pûşperê qebûl nekir.
Ji ber ku Erdoganî ji bo careke din rê li ber hilbijartinê veke korteka dojehê li pêşiya Tirkiyeyê kola.
Lê, ne hewcebû Tirkiye bikeve nava vê kaosê.
Tiştê ku Tirkiye xistiye nava vê kaosê înyada Erdogan bi xwe ye.
Bi 7'ê pûşperê re koalîsyonek mezin bihata sazkirin, meyê xwe di nav vê gola xwînê de nedîta.
Rêberên AKP û CHP'ê bêyî dereng bimînin hikumetek çêbikira, dê kesî nikariba Tirkiye bikişîne nava vê şer û şîdetê.
Dê deriyê normalbûnê li Tirkiyeyê veba.
Nermbûn dê dest pê bikira (...)"


