logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. 'Pêşiya Malê' ji me re hişt û çû
  2. Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?
  3. Piştî salan eşkere kir ku ji "Basic Instinct" çiqas pere girtiye
  4. Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin
  5. Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
news-details

Zimanekî Tehlkirî

  • Dîrok: 04/03/2023
  • Beş: Serbest

dr. Dilawer Zeraq

Mijara me ya vê nivîsarê gelek nazik e û gava ez bi nazikîya wê dihisim, dibetîya ez hem xwe hem we hem jî zimên tehl bikim li min dide der. Loma jî, ji serî de balê dibim serê û dibêjim; çi tiştê binivîsim, bervekirî û bêpejan e ji alî tehlbûn û tehlkirinê ve.

Mebesta min ji nivîsîna nivîsareke li ser vê dabaşê, ne jinavêrakirina gengeşî û pevketinên zimanî ye. Berevajîya wê, ez ê hewlê bidim da ku karibim di biwar û çarçoveya ‘sazkirin’ û bikaranîna peyvan de, ronîyeke dîtir bidim ser meseleyê. Di vê deqbendê (kontekstê) de jî, ez ê carinan berê xwe bidim, ‘peyvsazîya kurmancî’ û hewlê tê de bidim da ku karibim di çarçoveya ‘mîtosa objektîvîzmê, mîtosa subjektîvîzmê’ û ‘mîtosa ezmûnparêzîyê’ de, li ser ‘sazkirina peyvan û li ser watedarkirin û watelêbarkirina peyvan’ hin raveyan bikim ku beşek kurmancîzan wan peyvan wekî ‘peyvên çêkirî’ bi nav dikin.

Ev yek, meseleyeke ne nû ye di kurmanciyê de. Lê pir ne ji mêj ve ye jî. Lê her çawa be, îro ro, ev mijar bi awayekî hişk li me hasiliye, pêşkarî kurmanciyê bûye û êdî benîştê di devê me de hatiye ber rizînê. Her çend diviya zimanzanan li ser vê mijarê binivîsiya jî, ez ê ji awirê wêjekarî-zimanheziyê bala xwe bidim ser meseleyê û ez ê hewlê tê de bidim da ku nivîsar rengê akademîkbûnê jî negire. Loma jî, ez ê jêgirtinên xwe yên jidevhilandî û di xwendinê de dibîrêdemayî, mîna behskirinekê bêjim. 

Pirsa sereke ya mijarê ev e: ‘Kîjan ziman ji peyvên neçêkirî pêk hatiye?’

Helbet, ji kîjan awirî û ji kîjan riwangeyê ve jî em lê binêrin, em ê bi tevayî û zelalî nikaribin zimanekî wekî mînak nîşan bidin û bêjin, “aha ev ziman ji peyvên neçêkirî pêk hatiye.” Loma jî, du awir û riwange hene ku em ê berê xwe bidine wan.

Riwangeya yekê; em dikarin bi riwangeya metafizîkî û li ser bîrûbawerîya dînî bimînin û bêjin, du mirovên pêşî Adem û Hewa, bi zimanekî ku pê dizanibûn, hatin afirandin û wan ziman hînî zarokên xwe kir û ziman bi vî awayî belav bû. Heke wiha be, pirsa me wê şaxên dîtir ji xwe berde û em ê bêjin, “Gelo, wan, wê hingê, peyvên li ser ‘tişte’, ‘raman’, ‘têgih’ û ‘metaforan’ dizanî? Wekî mînak, wê gava ku ‘tişte’yeke wekî ‘mertal’ tunebû, gelo wan çawa ev peyv dizanî û peyva ‘mertal’ê çawa peyde bû û çawa çêbû ku peyva ‘mertal’ê ji wê çaxê heta roja îro ji bo me bûye ‘peyva neçêkirî?’ Gelo, wê hingê, raman, hest û xwaz (arezû) bi çi rengî bi wan re peyde bûn û wan çawa peyvên wekî ‘xweşiyaxweanîn, lêhûrbûn, pêjnkarbûn’ê dizanî û çawa çêbû ku ew peyv ji wê çaxê de ye ji me re mane wekî ‘peyvên neçêkirî?’ Bersiva van pirsan li nik min peyde nabin, loma jî wan dihêlim wekî pirsên xalî.

Riwangeya duyan: ger em li ser dîtin û riwangeya diyalektîk bimînin, em ê karibin dîtinên zimanzanên dinyayê ji wan bigirin, wan dîtinan li bênderê xin û bêjin; “Zimanên li dinyayê, bi demê re, li ser pêwîstî û hewcetiyên mirovan, hem wekî ranêzikiyên subjektîf hem jî wekî ranêzikiyên objektîf, teql dane xwe û bi hevkartêkî û hevpêwendiya mirovan ya bi tişteyan re û ya bi mirovên din re geşe bi xwe dane û hatine heta roja îro; û îro ro, gelek peyv û hêmanên zimên, li me bûne ‘ezmûn(darîy)eke kesaneyî û civakî.’

Îcar, pal û hêlma ramana min li ser dîtina riwangeya duyan e ku ez dibêjim; mîna avanî, mirovan li ser pêwîstî û hewcetiyên xwe, bi ‘peyvên çêkirî’ ziman peyde kirine û îro ro jî, her ziman çi gava bivê, bi gelemperî; a) bi derfetên zimanê xwe peyvan çêdikin, b) ji zimanên dîtir peyvan deyn dikin. Digel vê jî, yek ji taybetiyeke sereke ya peyvên zimanekî ‘homonimî’ ye ku em ê agahiyê ji G. Lakoff û M. Johnson bigirin û bêjin, wate ji ‘homonim’ê ev e; “peyvek, ji ber sedemên herêmî, hîskirinê, fonetîkê, cografî, adet û rabûnûrûniştinên deverî, hînbûyîn, nasîn, famkirina ji ziman, praxis û çalakiya jiyanî û hwd, dibe xweyî du an jî zêdetir wateyan.” Peyvên mîna “poz, gir” her yek, herî kêm, bi du wateyan in. 

Îcar, beşek ji gengeşeyên li ser peyvên kurmanciyê, ji ber meseleya ‘peyva çêkirî’ diqewimin. Di vê derav û çarçoveyê de, a girîng û a ku bala me diçe serê, ev e; em bi çi awayî ranêzikî li vê peyvê dikin û jê çawa fam dikin. 

a) Gelo em; li ser hîma mîtosa objektîvîst û li ser bingeha famkirina xwe ya ji agahiya der heqê dinyayê de û bi ezmûndariya xwe ya li ser tişteyên di dinyayê de, li ser kategoriya wan û li ser rengûawayê wan ên ‘navoyî’ bala xwe didin peyvê?

b) Gelo em; li ser hîma mîtosa subjektîvîst û li ser bingeha famkirina xwe ya ji sehek, hîs û dilînên xwe, li ser banekî, hînbûyîn û adetîbûna zimanê xwe û li ser zîziyên xwe yên estetîk, exlaqî û derûniyê bala xwe didin peyvê?

c) Gelo em; hem pala xwe didin agahiyên xwe yên der heqê dinyayê û jiyanê de heyî hem jî xwe ji sehek û dilîn, zîziyên xwe yên estetîk, exlaqî û derûniyê dûr naxin û ji van her du mîtosan, agahiyeke ji ezmûndariyê pêkhatî ji xwe re ava dikin û li ser hîma mîtosa ezmûnparêziyê bala xwe didin peyvê?

Helbet, balpêdana herî beraqil û durist, rêya mîtosa ezmûnparêziyê ye ku ne sentez e û rastiya teqez jî qebûl nake. Li gorî mîtosa ezmûnparêziyê, agahiya zanistî hê jî gengaz e û lêbûna (têbûna) wê ne li ser rastîbûna wê ye. Lê belê, lêbûna (têbûna) wê li ser jêfamkirina wê ye. Loma jî G. Lakoff û M. Johnson dibêjin;

Mîta objektîvîst, ji hêla derveyî ve li ser jêfamkirinê ye.

Mîta subjektîvîst, ji hêla hundirî ve li ser jêfamkirinê ye.

Mîta ezmûnparêz jî, li ser jêfamkirina derûdora xwe ye ku li ser hevpêwendî û hevbandoriyê ava ye ku bi dilînî, ramanî û bi laşî, bi tişte û bi mirovên dîtir re tên danîn; û mîta ezmûnparêz, piştî pêkanîna danûstendin, gotûbêj û muzakereyên berdewamî yên bi mirovên din û derdorên dîtir re diafire. 

Helbet gava ez van dîtinan dinivîsim, her wekî Guy Deutscher destnîşankirî, hêza çandê ya li ser têgihên zimanekî, ji bîr nakim û wê ji ber çavan nadim alî. Lê belê, di biwara jêfamkirin û hayjêbûna ji çand û bandorên hêmanên çandî yên li ser zimên, em kurmanc, gelek caran hişteng dimînin; ev hiştengmayîn, ne ji ber sedema jêfamnekirina me ye lê belê ji ber ramana me ya modernbûnê ye ku ji ber bindestiya mêtingeriyê çêbûye û ji ber ku sîstema mêtingeriyê digel hebûna me, zimanê me jî kiriye cewêlek (subaltern, madun), gelek caran jêfamkirina me zêde refleksîf e û lingekî wê refleksê di borîrojê û di nav banekiya kevneşopiyê de maye ku kevneşopiya dikeve behsê nahêle têgih û metaforên îroyîn xweşikî û li ser divêtiya xwe di zimên de bidin der û cî bi cî bibin. Digel vê jî, hiştengmana ketî behsê dike ku aliyê me yê li ser mîtosa subjektîvîst ji hemdê xwe zêdetir bi pêş de were û gava em rastî peyveke, têgiheke, metaforeke ‘nû-çêkirî’ werin, yekser bêjin; “Li dilê min rûnanê, ne xweş e, kêfa min jê re nehat, bi min nexweş e û hwd.” Halwe, ger em ji bergeheke berfirehtir li zimên binêrin, di çarçoveya afirîn û likarketina zimên de, gotinên wekî “Li dilê min rûnanê, ne xweş e, kêfa min jê re nehat, bi min ne xweş e…” netê ne û hema bêje qet bandora wan tune. Û wekî derava vê ranêzikiya subjektîvîst û ji ber modernbûna me ya ‘çênebûyî’, zimanê me yê ‘çêbûyî’ ku em dibêjin qey em wî diparêzin û jê hez dikin, ‘tehl’ dibe. 

Herçî gotina ‘peyva çêkirî’ ye, gelek caran, ji ber vê refleksîbûna ramana ku min behs jê kir, diçe wî seriyê govendê cî dide xwe, lê dike nake nikare bireqise û dîlanê bigerîne. Ji ber ku ramana me ya li ser modernbûnê ya refkleksîf, berê wê bi alî ‘modernbûnê’ ve ye lê hişê wê ne li ser modernbûnê ye, çi gava liv li xwe dixe, li ber ‘sênca modernîstî’yê aliqandî dimîne. Her wiha, di vê qonaxê de, pêwîst e em hay jê bibin ku ramana ‘modern-modernîzm’ê ji bo aqûbeta xwe, peyvê li xwe dike alav û wisa bi kar tîne. Lê belê, em kurmanc, carinan, li ber hin ‘peyvên şaş çêkirî’ bi nermahiyeke ecêb tevdigerin û bi berdêla paşguhkirina gelek peyvên ji zimanê xwe, radibin ji dil û can wê ‘peyva şaş-çêkirî’ bi kar tînin. Ev praxis û pratîkên hanê, nîşaneya jêfamnekirinê ye ku ji bo kurmanciyê li dar e; yanî em kurmanc, hem bi angaşteke qurekirî dikarin bêjin, em ji kurmanciyê fam dikin, bi hemû xirçik û pirçikên wê dizanin û dikarin çend deqeyan de hemû hêmanên wê ji hev veçirînin û veresînin hem jî gava dor tê ser ‘jêfamkirina hevişîner’, hemû refleksên me yên ji sedsalên berê de mayî û li ber ‘sênca modernîstî’ aliqî, li me dibin ‘teniya bi don.’

Ji bo ku gotina min a ‘peyva şaş-çêkirî’ çêtir were famkirin û ji bo vê ‘nermahiya’ me ya ku li pêşberî ‘peyvên şaş-çêkirî’ heye, xweşikî were zanîn, ez ê mînakekê bêjim:

Peyva ‘nîqaş’: roja îroyîn, bi awayekî berfireh, di kurmanciyê de, bi wateya ‘gengeşîkirin’ê tê bikaranîn. Ev peyva hanê, çend sal berê bi awayekî ji awayan hat ket kurmanciya me û di serî de tu kesekî ji me kurmancan pirsa sedem û pêwîstiya hatina wê û lêkolîna awayê ‘çêkirina wê’ jî nekir. Paşê ji me hinek kurmancan, em hay lê bûn ku peyv ji qaydeya erebî ya ‘nqş’, bi xinizî û binfisiyeke ecêb jîrane hatiye hildan û dîsa bi pêkanîna qaydeyên erebî, dengên dengdar xistine nav dengên bêdeng û ji me re lêkereke wekî ‘nîqaş’ çêkirine. Û dîsa paşê em hay lê bûn û me got; heke mesele peyva erebî be, jixwe di kurmanciya me de ‘minaqeşe’ hebû û qet nebe me dizanî ji erebî ketiye kurmanciya me.  

Îcar, derava trajîk ji vê û şûnde ye. Awirê me yê modernîst ku nikare ji heman bergehê li serdestên me yên mêtinger binêre, li bakur deng li peyvên erebî nake û wan peyvan xweşikî, jidil û bi quretiyeke rengkuşpene bi kar tîne. Û ew awir û nêrîna me ya modernîst lê modernnebûyî, digel ku ji dil û can û bi kêfeke ecêb peyva ‘nîqaş’ê bi kar tîne jî, êdî jê re ne xem e ka ew bi vê kirina xwe, çend lêkerên kurmanciyê yên wekî “gengeşîkirin, heftûheştkirin, ketina qirika hev, hev hiljenîn, hev birin û anîn, ketin qal û cengê, bangeşe kirin, qirik li hev tehl kirin, ziman ji devê hev kişandin, cewşenbazî kirin, devjenî kirin û hwd…” ku her yek xweyî wate û kontekstên ‘homonimi û metaforîk’ in, datîne wê navê û di ferhengan de sêwî dihêle.

Ez ê mînakeke dîtir û li ser peyva ‘hevser’ ya ‘çêkirî’ bêjim ku li gorî zanîna min, li ser hîma hebûna hêza çandê ya li ser têgihên zimanekî û li ser jihevveresandin û veavakirina biwêjekê ava bûye û serketinek dide zimên ku ew serketin bi taybetîya xwe ya modern pişta xwe dide kelepûrê. 

Dixwazim vê bêjim;

Li gorî ferhengên biwêjan, biwêj ev e: “Serî danîn ser balîfekê.” (wate: ji bo jin û mêr; bi hev re yek bûn, jiyana xwe ya jê û şûnde kirin yek, dîlana xwe kirin û bûn jin û mêrên hev.)

Gava kurmancek (belkî jî soranek), ji vê biwêjê bide ser rê, wateya biwêjê ya yekgewdeyî, ji hev bixe û bi parçekirineke deconstructivist peyveke dîtir ya xwerû di kurmancî de ava bike û nav li wê peyvê bike, “hev+ser=hevser”, ez ê tenê karibim bêjim; “malava, te bi jîrtiyeke veçirîner û dahûrîner û bi hewldan û helwesteke modern, wate ji biwêjê hildaye û li peyvekê dîtir ya ‘çêkirî’ kiriye dîyarî.” 

Herçî ev derav e, dikare li me û li vê nivîsarê bibe pîvan da ku em karibin bêjin; ev awa, yek ji awayekî avakariya zimanî û famkirina ji zimanekî ye ku di biwara ‘peyvên çêkirî’ de, li ser feraseta watedarkirin û watelêbarkirinê li dar e. 

Wekî dawî, dixwazim bêjim; ne girîng e ka em çi qas zêde bi gramer, jêderka peyvan û etîmolojiya kurmanciya xwe dizanin, ew her du, du dîsîplînên taybet in û jixwe kesên ku bi taybetî li ser wan biwaran dixebitin û nav li wan ‘zimanzan’ e, wan agahiyan li ba xwe kom dikin. 

Ji bo me girîng e; em ji rih û kurmê zimanê xwe fam bikin, li ser hîma ramana ‘zimanê neçêkirî tune’, hay ji watedariya zimên hebin, keys û derfetên kurmanciya xwe çêtir bizanin da ku karibin li ser hîma mîtosa ezmûnparêziyê, awirên xwe yên kevneşopîperestiya hişk û modernîstiya leqînok, ji zimanê xwe dûr bixin da ku karibin wekî kurmancên xweyî hişmendiya zimanî, kurmanciyê di hiş û dil û naxa xwe de bihewînin.

 

 

**

 

Hin nivîsên Dilawer Zeraq ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Gelemşeya Binavkirinê Wêjeya Dijkolonyal û Postkolonyal 

- Şûnewara Wêjeya Kurdî 

- Biwêj û Gotinên Pêşiyan 

- Wekî Nimandina Zanavê; Ranêzikiya Zimanî û Wêjeyî di Kovara Rewşenê de 

- Wêjeya Kur(d)mancî û ‘Reş’bûn 

- Derfeta Domdar ya ‘Û’yê 

- Destkariya kolonyal ya li wêjeya kurdî 

- “Felaket im” an jî Hunera dij-serdest(î) 

-  Osman Sebrî; perîferiya Kurmancî

- Fermana Bêjarê
- Nehewiyên Zimên
- Desthilata Gramerê
- Keviya Wêjeyê
- Şanehezên wêjeya kurdî
- Xwebûniya Wêjeya Kurdî
- Tirsa wêjeya Kurdî
- 
Neçariya Wêjeya Kurdî
- 
Desthilata Wêjeyê
- Dîketiya Kurdan
- Yekrehî-Durehî û Wêjeya Kurdî
- Mala Wêjeyê
- Şûngeha rexneyê
- 
biçûk bûm...
- 
Hunera ji malê
- 
“Kuyruklu Kurt” û “Berxwedan”
- 
Heyîkirina Hebûniyê
- Zimanekî, ê xwe -Em berxên dayika mezin in-
- Fêrikê Ûsiv; helbestbêjê evîna kirde
- Kî Me Ez
- 
Edaleta Desthilatê a Wêjeyî
- 
Zimanê agahiyê
- 
Kurmancî ji ku ye?

- Rihê zimên      

 

 


YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname

MAIL: diyarname@diyarname.com       

Parve Bike

Youtube Me

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

news

Newroz Pîroz Be / Newroz Pîroz Bo

news

Klîba Newroza 2022'yan

news

Belgefîlm-Documanter

news
Nivîsên Nû
news

Nav û nav û nûçikên kurdewarî

  • Kazim Polat
news

Kenê Kulîlkê

  • Mîrza Ronî
news

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • Çorê ARDA
news

bo demê

  • Omer Dilsoz
news

Kurdî, xwendevanî û sî salên nivîskariyê

  • Cîhan ROJ
news

Şevbuhêrk û Şîrînahî

  • Aytenxan
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Huseyîn Çelebî dest pê kir

ad

Heta dawiya mehê 'Bîra Mi' Têtin' li benda we ye

ad

Biryarên ji bo sala bê niha eşkere kirin

ad

Helbestvan jin ên kurd tên ba hev

ad

Şanoya Îran û PDK´ê

ad

Bi qasî du tiliyên destan û didu jî jê zêdetir zarokên me qetil kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

'Pêşiya Malê' ji me re hişt û çû

  • 31 03 2023
news

Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?

  • 30 03 2023
news

Piştî salan eşkere kir ku ji "Basic Instinct" çiqas pere girtiye

  • 30 03 2023
news

Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin

  • 30 03 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname