Diyarname
Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di serdana xwe ya yekem a derveyî Îranê de çû Iraqê û paşê çû Herêma Kurdistana Federe. Pezîşkiyan di vê gera xwe de ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya. Ew Dûre çû Hewlerê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û desteya wezîran re, Dûre ligel Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re civiya. Pizîşkiyan düre berê xwe da Silêmanî û li wir ligel Serokê YNK'ê Bafil Talebanî civiya.
Pizîşkiyan li vir çû serdana gora Rêberê YNK'ê, Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî û dîtina xwe di deftera nava abîdeyê de nivîsî.
Pizîşkiyan bi farisî ev tişt di defterê de nivîsîn:
"Îro 22.06.1403 (Rojî) tevî şandeyeke pilebilind a wezîrên Komara Îslamî ya Îranê em hatin Silêmaniyê û derfet çêbû ku destegulekê dayînin ser gora Celal Talebaniyê ezîz û birêz û fatîhayekê bixwînin û silavekê ji rihê wî yê bilind re bişînin.
Mam Celalê dûrbîn û rewşenbîr, canfedayê xebatê, ew zilamê mezin ê beriya û piştî şoreşê ku ji bo serxwebûna azadiya niştimana xwe xebitî bi bîr tînim.
Em spasiya hewlên wî yên avakirin û duristkirina yekitî û yekrêziya navxwe ya welêt û hevkariya wî ya bi Îrana ezîz re dikin.
Xweda ruhê wî şad bike û bibîranîna wî heta hetayê ji bo têkoşeran û mirovên azadîxwaz ên cihanê zindî bihêle.
Mesûd Pizîşkiyan, Serokkomarê Îranê"
(Ev beş Rûdawê ji farisî wergerandiye kurdî, me ji wir girt)


