ÊLIH
Demek berê Dadgehê biryara girtinê ya Şaxa GOÇ-DER'a Êlihê dabû, niha Dadgeha Bilind ev biryar di cih de dît û ev şaxa komeleyê hate girtin.
1'emîn Dadgeha Asliye Hukukê ya Êlihê bi sûcdariya "Li dijî zagona meş û xwepêşandanan tev geriya ye" derbarê Şaxa GOÇ-DER'ê de biryara girtinê dabû. Piştî biryar çû Dadgeha Bilind, Dadgeha Bilind jî derbarê GOÇ-DER'ê de biryar erê kir û biryara girtinê da.