Diyarname
Hevserokê HDP'ê yê berê, siyasetmedar Selahattin Demirtaş îro bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyamek belav kir û got: "Merheba. Sibê beşa diduyan a hevpeyvîna min di Arti Gerçekê de dê derkeve; ji wê ezê du paragrafan bo we parve bikim: Ji ber ku me polîtîkayeke li gor dilê gelê xwe saz nekir li ser navê xwe ez ji dil lêborînê dixwazim. Bi xebatên ku di pratîkê de ezê bikim ez soza temamkirina van kêmasiyan didim. Her wiha ji bo rexneyên rêvekirîner ên ji bo min ez sipasiyên xwe pêşkêş dikin. Ezê bikim ku ji van rexneyan sûde bigirim. Wekî hemû hevalên xwe ezê jî ji girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê bidomînim, lê ez di vê kêliyê de dest ji polîtîkaya çalak/rojane ber didim. Ez silavên rêhevaliyê ji bo we hemûyan dişînim, hezkirinên xwe dişînim, we hembêz dikim. Bi hêviya ku di rojên azad de em hev bibînin."


