Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê got, "Ew li Yerîşehîrê xebata wan a rêya nû dest pê kiriye û ewê navê Mîr Celadet li bulvarê bikin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ser meseleyê ev peyam belav kir, "Xebata ku me bi armanca veguheztina rehet û aram daye destpêkirin berdewam dike. Li Taxa Şêxkendê ya navçeya Yenîşehîrê me dest bi çêkirina Bulvara Mîr Celadet a ku 50 metre firehî û 2 hezar û 200 metre dirêj e kir. Armanca me ew e ku di demeke kin de bi xebateke giran a piştî pêvajoya arizîkirinê, vê rêya nû bidin ber xizmeta gelê xwe."
Navê Mîr Celadet Alî Bedirxan li bulvarê kirine û dema rê temam bibe dê tabelayên li ser Bulvara Mîr Celadet nivîsandin biçikînin.
***
Li ser navên kolanan vîdeoyek: