Mahmut Ozçelik
Romana Fırat Cewerî “Maria melekek bû” ji Weşanên Avayê derçûye û romana nivîskar ya çaran e. Nû derketiye, çapa yekem nîsan 2013 ye.
Cewerî li Swêdê dijî û hetanî niha tevî berhemên wergerê nêzî sî pirtûk diyarî kitêbxaneya kurdî kiriye. Ew yek ji nivîskarên ku, li sirgûniyê kemilîne ye. Berhemên wî li gelek zimanan hatiye wegerandin: Erebî, almanî, swêdî, tirkî…
Romana em dixwazin li ser hûr û kûr bigengêşin bi pêrgîhevhatina Daniel û Rozînê-ya rast Maria yê- ya li ber camekana mexazaya cil û bergan dest pê dike. Daniel li hember camekanê di nava fikr û xeyalan de ye. Xwe li xortaniya xwe digire, paşê jinek delal lê dibe mêvan, bênavber pirsa “te çima ez hiştim û tu çû”yê lê dike û li benda bersivekê ye. Lê Daniel nikare tu bersivên pirsên Rozînê bide. Çimkî tu tişt di hiş de nemaye, tenê dikare bêje ku ger min xwe neda alîkî dê ez bihatama girtin, bi salan di hefsê de bimama û dê bi min îşkence bikirana. Bi vê bersivê em pê dihesin ku di kûrahiya derûniya Danîel de, travmaya di xortaniya wî de hatiye jiyîn xwe li binhişê wî dixe û dixwaze rabirdûya wî zindî bihêle û jibîrkirina demeke bi karesat bide rawestîn. Daniel bi saya xeyalên li ber camekana mixazeyê ji odeya xwe ya teng, ji tenêtî û aciziya xwe xelas dibe, bi vê jî namîne dibe xwediyê jinek bedew û dewlemend ku xwediyê vîlla û trimbêlê ye. A rast li mala xwe û jina xwe vedigere. Ji ber îşkenceyê ku şeş mehan bê navber lêhatî kirin û deh salên zîndanê mejî li Daniel çelqandiye û rabirdûya wî şêlû kiriye, carinan tu tiştî bi bîr naîne. Li hember mixazeya cil û bergan pêrgî jina xwe tê lê wê nas nake, wê wekî Rozînê di hişê xwe de bi cih dike. Danielê ji mal dûrketî û nizane vegere mala xwe, niha jî jina xwe Mariayê bi tu awayî nasnake û xwe di mala xwe de wekî li cihek xerîb dihesibîne, wêneyê xwe û Mariaya jina xwe ya li dîwêr daliqandî bi zor bi bîr tîne. Bi qasî du hefteyan bi jinika bedew a xweşik re di jiyanek efsûnî de, bi hevşabûnan dagirtî û li pey serşûştinê jî bi bornozên nermik û germik rapêçayî derbas dike, lê paşê çawa dibe ku efsûniya jiyana xweşik bi yek derbê vediguheze kabûsekê. Daniel dixwaze xwe ji wê malê -mala xwe- rizgar bike lê Rozîna ku ji dûrbûna wî û veqetîna wî ditirse û difikire ku dê carek din wî nebîne, naxwaze ew ji malê bi dûr bikeve. Li ser vê rewşê nîqaş dertê û Rozîn ji bo hezkiriyê xwe bide sekinandin kêrek digire û wî tehdît dike, lê mixabin di geremola di navbeyna her duyan de kêr li ser dilê Rozînê cihokek xwînê çêdike û di wê kêliyê de Daniel di nava derûniya kujerek de dimîne. Û nizane xwe çawa ji wê meytê xelas bike, dikeve nava planan. Bi lez vedigere mala xwe ya em nizanin bi çi hawî bi dest xistiye ya qata pêncan. Di nava derûniyek tevlihev de ye. Dixwaze vê bûyerê bi hevalê xwe yê herî nêz, bi Saqo re parve bike, lê dîsa poşman dibe û difikre ku a rast çûyîna polîsxanê û teslîmbûn û vegotina bi kitekit ya bûyerê ye. Û ber bi polîsxaneyê ve rê dikudîne. Dema ku tê nêzî polîsxanê tavilê fikrê xwe diguherîne û ber bi mala ku Rozînê lê candayî ve vedigere. Bi degelî xwe dihavêje hundirê vîllayê. Hundir seh dike ku kes tê de tune ye. Tê û li ber textê razanê ku Rozîn tevî bornozê li ser di xewa bêdawî de ye, radiweste. Çend lorîkan dibarîne û di tevliheviya derûniya ku, aya mirov çawa dikare bibe qurbana hezkiriyê xwe, dirame. Piştî girî û fikaran Daniel li rex Rozînê di nava nivînan de dikeve xewê. Di xewê de jina wî Maria bi hemû bedewiya xwe ve dibe mêvana wî, lê ev rewş pir najo ji xew dipengize û dibîne vaye lêva Rozîna/Mariaya mirî di devê wî de ye. Tavilê xwe dihavêje serşokê û dev û lêvên xwe dişo. Qahweyek çêdike û tena serê xwe vedixwe, di wê navê de li ser bûyer û encamên dê derkeve holê, hinek radiweste, ramanên felsefîk hişê wî dadigire, û dûre bi dengê zengilê telefona li ser masê tê ser hişê xwe. Lê qet fikra rakirina ahîzeya telefonê di hiş de nalive û piştî dirêj lêxistina zengilê têlê, telefon jixweber disekine. Daniel di nava derûniya meyt ji holê rakirinê de ye. Herî dawî fikrek lê peyda dibe: Bi erebeya Rozîna ku êdî miriye dê wê bibe li cihek xalî veşêre. Di dawiyê de Rozîna mirî -a rast jina wî Maria- dê wekî mirovek biçe gerê, bi cilûbergan dixemilîne û dihavêje otomobîlê û ber bi nepeniyek ve dajo. Di şevek sar ya bi berfa çilê zivistanê her der hatiye rapêçan de… Riya wan ewilîn bi daristanek dikeve, Daniel tam biryarê dide ku Rozînê li wir di cihek nepen de binax bike, ewil dibîne ku bêr ji bîr kiriye, dûre bi nehperûşkan berfê dikole ku term veşêre, di wê navberê de dengê gurîna otomobîlek ji nêz ve tê, li ser vê dev ji daristanê û karê xwe yê der î hiş berdide û ber bi bajarokek biçûk ve dihere. Êdî biryara xwe dide ku here polîsxaneya vê bajaroka biçûk û her tiştî aşkera vebêje. Dema diçe ber deriyê polîsxanê û li derî dide, tu kes derî venake û dawiyê hîn dibe ku tu kes li vê avahiyê tune ye. Berê xwe dide hotêla li bajarokê. Rozîna wekî robot di trimbêlê de li parka hotêlê di erebeyê de dihêle û diçe odeya ji xwe re terxandiye. Bi raketinê re xewnên cur bi cur û bûyerên balkêş dibin mêvanên hişê wî. Tu rehetiyê nabîne û hêj nîvê şevê ye radibe û li rewşa xwe ya di derûniyek tevlihev de ye difikire. Dema dixwaze ji hotêlê bi dûr keve berf jê re dibe asteng û ew jî vedigere lobiya hotêlê û di wê kêliyê de rojnameyek û di rojnameyê de jî îlanek ber bi çavên wî dikeve. Dema îlanê dixwîne dibîne ku îlan li ser xaniyên havîngehan e ku ji bo kirêkirinê ye. Tavilê telefonî xwediyê havîngehê dike, fêr dibe ku havîngeh bi trimbêlê ji hotêlê qasî nîv saetê dûr e. Xwediyê havîngehê vexwendî cihê lê ye dike û di jiyana wî de merheleyek nû dest pê dike. Xwediyê havîngehê jinek xweşik Lotta ye û ew jî êdî nivîskarek e û dixwaze li cihek xalî pirtûka xwe binivîse û biqedîne. Li havîngehê dîsa debar nake û hişê wî bi termê Rozînê re tevlihev dibe. Dixwaze ji wê xelas bibe. Sibehê zû radibe û bêra li ber derê havîngehê ye dihavêje erebeyê, dûre Rozîna ku li hundirê havîngehê veşartibû davêje otomobîlê û ji havîngehê dûr dikeve. Li cihek bi dar û berf disekine, bin darê dikole, berfê davêje û Rozîna jê re bûye barek giran li wir bin berf dike û li vegerê bi xwe jî di qezaya trafîkê de dimire. Dûre polîs li hevalên wî yên herî nêzîk digerin ku vê bûyerê û kuştina Rozînê ronî bikin. Lê di romanê de jina wekî Rozîn hatibû bi navkirin wekî me li jor jî kifş kiribû jina Daniel Maria bi xwe ye.
Daniel mirovek li Swêdê penaber e. Li welat di salên heştêyî de şeş mehan îşkence û deh salan jî razana girtîgehê bûye para wî. Ji ber îşkenceya di hefsê de dîtiye, derûniya wî êdî hilweşiyaye, bûye nîvmirovek. Ew îşkenceya li bendîxaneyê dîtiye êdî hêdî hêdî mejiyê wî dixwe û di dawiyê de dibe egera mirina jina xwe. Piştî qezayê derbas dike û dimire, li polîsxanê derbarê wî de agahiyên dorfireh ji hevalên wî yên wekî wî, di girtîgehan de îşkence dîtine, tê girtin û rabirdûya wî ya bi zilma dewlata ku em texmîn dikin Tirkiye ye, li ber çavan tê raxistin… Di nav hevalên Daniel de em pêrgî hin navan tên ku, ewilîn wateyên wan bi mirov seyr tên, lê piştî demek xwîner fam dike ku nivîskar bi herfan lîstiye û cihên wan tevlihev kiriye. Em jê hay dibin ku ew nav navên rastîn in û her yek lehengek dewra xwe bûn û bi salan di zîndanên Diyarbekirê de mabûn. Mînak; Saqo Şelal navek bê wate ye, lê di herka xwendinê de dibe lehengek rastîn: Qaso Laleş e. Dîsa Ardan Turk (Ahmet Turk e), Nûrî Almaz(Nûrettîn Yilmaz e), Dîhem Araz (Mehdî Zana ye).Ev mirovên di salên heştêyan de li zîndanên Amedê de, di nava ava pîs û gemara laximan de dihatin sernoqkirin, hin girtiyên ku bi kûçikan dihatin gewixandin hemû bûyerên rastîn yê hatibû jiyîn bûn. Daniel em nizanin kîjan lehengê rastîn yê dema salên heştêyî ye. Lê di herka romanê de ku dema pêrgî kûçikek tê tavilê derûniya wî xerab dibe, kûçikê serbazê hefsa Diyarbekir Esad Oktay Yildiran ku navê wî Co bû bi bira me dixe. Çimkî wê demê wî serbazî bi wî kûçikî-Co- îşkenceyên nedîtî bi girtiyên kurd dikir ku yên jiyane bi sedan pirtûk û gotar li ser wê zilmê nivîsandin. Ev roman jî bi naveroka xwe esas zilma salên heştêyî ku li Zindana Amedê hatî jiyîn ku bandora wê ya birîndarkirina rih, parçekirina kesayetiya însanên wê demê bi me dide nasîn.
Herî dawî dixwazim vê bêjim ku cara yekem e ku ez pêrgî romanek têm ku bi cînavka kesayetî ya yekjimar ku bi “tu” ye tê vegotin dibim. Tevî di dirûvê tewang de dibe “te” roman diherike û bi zimanek sade diçe serî. Mirov dikare bibêje ku nivîskar zimanek ku gel rojane pê dipeyive ji xwe re esas girtiye û tiştek pir baş jî kiriye. Çimkî di roman xwendinê de westandin an likumandin a xwendevan çênabe. Lê tiştek balkêş jî ew e ku di her rûpelê de bi qasî sî carî “tu” û “te” derbas dibe ku ev jî bi tevahî dike ku nivîskar ji sê hezarcarî zêdetir van bêjeyan bikar bîne û bibe xwediyê rekorek ecêb. Dîsa lehengên romanê nola ku tenê Daniel be dixuye. Rozîn an bi gotineke din Maria di destpêkê de hinek dixuye, dûre êdî meytek e û wekî valêzek li kêleka Daniel e. Piştî diçe havîngehê jî em navê Lottayê dibihîzin lê ne bi rengek çalak û lehengek kartêkariya xwe li xwîner bike. Ev jî di herka romanê de qelsiyek li dû xwe dihêle.Dîsa kêmasiyek jî ew e ku pirtûk wekî du beşan dixuye lê beşa yekem nehatiye kifşkirin, tenê di rûpela 107’an de “Beşa duduyan” hatiye kifşkirin…
Tiştek balkêş jî ew e ku van salên dawiyê nexweşiyek di nav nivîskarên kurd de derketiye ku ew jî ew e navê berhemên xwe bi peyvên biyanî dixemilînin/dilewitînin. Lê Cewerî zêde em di zehmetiyê de nehiştine, ji ber ku “Maria” hindik be jî wekî Marya an Marê di lîteratura me de bi cih bûye. Ev rewş bi min rewşa nivîskarên Rûs yê sedsala 19’an bi bîr tîne ku wê demê di berhemên xwe de ji ber ku zimanê fransî wê demê rakêşer bû çend hevok di nav rûpelan de bi orjînalî direşandin û goya asta rewşenbîriya xwe şanî gel didan…
Mirov dikare vê romanê wekî romanek derûnnasiyê jî bihesibîne. Mirovekî ji ber zilma ku dewletê lêkiriye, kesayetiya xwe winda kiriye, bûye sebeba mirina yekê û ji wê lehzê şûn de her bi xwe re di nava şer de ye. Derûniya takekesekî ku ji sûcdariyê dermale dibe û her diçe giraniyek di laşê mirovî de çêdike. Û her gava dihavêje, her kêliya difikire, an her kêliya xwarinê dixwe, an kêliya ku dixwaze rakeve jî ew sûcdariya ji hiş der nayê. Sûcdariya bûyîna egera kuştina însanekê herî nêz ku jê hez dikir…
An jî mirov dikare vê pirtûkê wekî trajediya mirovekî, ku ji ber îşkenceyên di zîndanê de dîtiye û di kesayetiya wî de birînên kûr çêbûye û li cihek wekî Swêdê bi malbatî dijî û pirsgirêka wî ya aborî tune ye, lê piştî demek birîna berê ji nû ve lê der dibe, hiş sivik dike û dibe sedema bûyerên bi jan, bibîne…
***
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz


