Fîlmê kurdî yê bi navê "Pisepis ligel Ba" ku berhemê hikumeta herêma Kurdistanê ye di 2’emîn xula festîvala navdewletî ya Cannes’ê ya 2009’an de 3 xelat wergirtin.
Derhênerê fîlmê ‘Pisepis ligel Ba’ Şehram Elîdî ye û fîlm, berhema Wezareta Kulturê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ye. Di festîvalê de zêdetirî 5 caran hate nûmandin û ji aliyê rexnegir, rojnameger û temaşevanan ve pêşwaziyeke bêhempa û germ lê hate kirin.
Bi giştî fîlm, qala jiyan û nemanê dike. Ji aliyekî ve her kes di nav şer û şîdetê de li benda jidayikbûna zarokekî ne, ji aliyekê din ve jî zilamekê qasid li zozanên Kurdistanê di nav kurdan de digere û wan ji hev du haydar dike. Di nava rê de jî berdewam wan malwêraniyan dibîne ku ji aliyê rejîma Beasê ve bi ser xelkê Kurdistanê de hatine.
Piraniya aktorên wî fîlmî îranî ne û hin aktorên herêma Kurdistan û Tirkiyeyê jî tê de lîstine.
Ji Pukmedia hatiye girtin


