XARPÊT
Li navçeya Depê li firoşgeha kincan Zanga Sê Rengî, ji fiyetên li ser etîketan heya bi nivîsên li ser poşetan her tişt bi kurdî ye.
Li navçeya Depê ya Xarpêtê di firoşgeha cil û bergên bi navê Zanga Sê Rengî de girîngiyeke mezin ji bo zimanê kurdî heye. Li dikana ku bi giranî cil û bergên herêmî lê tên firotin, nivîsên hişyariyê yên wekî "Li vir cixare nayê kişandin" û "Vekirî/Girtî" û etîketên wekî "Erzanî" û "Buha" bi kurdî ne. Li dikanê hemû nivîsên li ser çenteyan bi kurdî ne. Her wiha motîvên rewşenbîrên kurd di xemilandina cihê kar de balê dikişînin.
Tekîn Karadogan ku xwediyê firoşgehê ye, ev 20 sal in li bajêr vê dikanê bi rê ve dibe. Karadogan ji gundê Kalecik ê Depê ye. Karadogan, gava di sala 1971'ê de, gundê wan di bin ava bendavê de dimîne koçî Stenbolê dike û di sala 1988'an de, cardin vedigere bajarê xwe. Karadogan di sala 2006'an de Zanga Sê Rengî vekir. Karadogan di nivîsên hişyariyê û nivîsên li ser etîketan de kurdî bi kar tîne.
LI ODEYÊN GUND
Karadogan, got ku hişmendiya wî ya zimên piştî tundî û heqareta leşkerên ku hatin gundên wan yê di bin avê de ma ye lê peyda bûye. Karadogan got: "Cihên dîrokî, gund, mêrg û golên me di bin avê de man. Heta gorên mezinên me jî li wir man. Dema ez biçûk bûm, li odeyên gund kombûna dengbêjan û kincê ku xwişka min dema zewicî li xwe kiribû, hemû li ber çavên min in. Piştî wê rojê ez li her derê li qumaşê wan cil û berg geriyam, lê min nnedît. Lewma min li vê dikanê çanda kurdî esas girt."
28 MEHAN GIRTÎ MA
Karadogan diyar kir ku ew bi derfetên xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûye û got ku bi têkoşîna azadiyê ya kurdan re wî bêhtir xwe bi çand û ziman girtiye û got, "Di sala 2017'an de ji ber zimanê kurdî bi ser dikan û mala me de hatiye girtin. Bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' 28 mehan ez girtî mam."
GELEK CIL Û BERGÊN ME DESTESER KIRIN
Karadogan wisa qala zirara wê demê kir: "Di wê serdemê de gelek cil û bergên herêmî û unîformayên çapkirî hatin desteserkirin. Piştre demeke dirêj di girtîgehê de mam. Cil û berg jî bi min re hatin girtin. Piştî ku ez ji girtîgehê derketim bi salekê, ancax piştî çend daxwaznameyan min karibû wan cil û bergên desteserkirî xelas bikim."
EM TIŞTEK JI WAN ZÊDETIR NAXWAZIN
Karadogan diyar kir ku îro jî qedexeyên li ser ziman û cil û bergên kurdî didomin û got: "Tirkên li vî welatî dijîn, dikarin bi cil û bergên ku dixwazin li xwe bikin û biçin dawetan bi zimanê xwe biaxivin. Em jî ji vê zêdetir naxwazin. Ji bo wan çi heq be, em doza wê dikin. Ciwanên me dixwazin bên vir kincên kurdî bikirin biçin dawetan û Newrozan. Lê vê yekê jî tamûl nakin. Astengiyan çêdikin. Carinan hewl didin mirovan çavtirsandî bikin. Ev nayên qebûlkirin."
Karadogan got ku li gel zext û qedexeyan jî ew ê zimanê kurdî biparêzin û wiha bang li dikandaran kir: "Li Depê zêdetirî 3 hezar kes bi bazirganiyê re eleqedar dibin. Divê her kes di vî warî de hesas be. Divê her kes xwedî li kurdî derkeve."
MA