Îzmîr
Nivîskar û helbestvan Murathan Mungan li ser pirtûk, wêje û jiyanê axivî.
Vê mehê nivîskar û helbestvan Murathan Mungan mêvanê gotûbêja "Pirtûk û Jiyan" a Şaredariya Konaka Îzmîrê bû ku li Navenda Çanda Selahattin Akçiçek li dar ket.
Mungan got ku welatên wêjeya wan pêşneketibe ne mimkûn e di warê dinyaya wan a fikir, raman û hestê pêş bikeve û wiha dom kir: "Pirtûk li ber mirovan deriyên nû vedike, loma xwendina pirtûkan yek ji girîngtirîn çalakiyên anarşîtî ye. Em pirtûkan ne tenê bi çavên xwe bi jiyana xwe jî dixwînin. Tirsonek ji pirtûkan dûr disekinin. Ji ber ku ji deriyên ku pirtûk li ber wan vekin, kuçeyên nû, jiyanên nû ku pirtûk dê li ber wan vekin ditirsin. Wisa di nav tirsê de ne, ji berga pirtûkan jî ditirsin."
Murathan Mungan îdîa kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li her derê dinyayê herî zêde jin pirtûkan dixwînin û ev yek lê zêde kir: "Li her derê dinyayê beşek mezin a xwendevanan jin in. Ji ber ku jin ji rûbirûbûnê natirsin, ji li hundirê xwe nêrînê natirsin. Ji ber ku jin hê zêdetir bêtirs in ew zêdetir dixwînin. Ew qebûl dikin ku jiyan dê wan biguherîne û veguherîne. Lê mêr, ger pergala wan a civakî biguhere û hestên wan biêşin, fikrên wan kûr bibin, rihê wan dest bi rêwîtiyê bike ditirsin ku wekî kesek civakî li kuçeyan, li jiyanê mêraniya wan winda bibe."
DÎHA