Mahmut Ozçelik
Dema mirov di nava wêjeya kurdî de pêrgî hin navên nû tên, hêviyên xurt di mejiyê mirov de xwe dide der. Ji van navan yek jî Çidem Baran e ku di edebiyata kurdî de stêrka wê geş dibe. Ev romana wê ya duyem e ku tê weşandin. Romana wê ya ku ez ê li ser mijûl bibim a duyem e ku bi navê “Lerizînên Tenêtiyê” bi 228 rûpelên dagirtî ji Weşanên Ronahiyê derketiye. Roman bi nameyeke ku bi hestên dayikek ku ji qîza xwe bi darê zorê hatiye bi dûrxistin/veqetandin dest pê dike. Dayik Şevîn e. Şevîn nameyan ji keça xwe Stêrayê re dinivîse. Stêra rojek bi biryara bavê xwe ji diya xwe tê veqetandin. Paşê em hîn dibin ku sedema veqetînê, peyamên ku bi riya telefonê ji hêla cîranê wan ve ji Şevînê re tên şandin û mêrê wê bi vê rewşê vardiqile ye. Lê di vê de tu gunehê Şevînê nîn e. Tevî vê jî qanihbûna mêrê wê zor e û qîza xwe digire û malê diterikîne… Û piştî vê çûyîna ji nişka ve Şevîn dest bi nameyên navnîşana wê nediyar dike… Û bi hêviye ku ev nameyana rojekê bigihêjin destê Stêraya wê…
Em ji nameyên Şevînê fêr dibin ku ew hêj deh sali bûye, ji ber ji hêla leşkeran ve şewitandina gundê xwe koçî Amedê dikin, di temenê biçûk de bavê xwe winda dike, ji bo debara malbatê diçe li Stenbol û Îzmîrê dixebite. Dema li Stenbolê di kargeheke tekstîlê de dixebite, bi pêşniyaza xwediyê kargehê, bi mehmizê diçe Îzmîrê li diya wî ya pîrbûyî dinihêre û wê xwedî dike. Pîrika ku ji newqê berjêr felcbûyî ye qet rihetiyê nade Şevîna dilşewat. Bi gotina Şevînê ew pîrik pîrikeke bêexlaq e, cirnexweş e. Nahêle ku Şevîn ji xebatê qûna xwe bide erdê… Dema Şevîn carinan wê dibe nexweşxanêyê, ji bijîşkan tika dike ku hin dermanên hêrs û êrîşkariyê kêm dikin bide pîrikê. Şevîna ku bi hesreta qîza xwe dihele, ji hêlek de dixwaze bi birayên xwe re têkiliyê dayne lê her cara ku telefonî birayê xwe dike, telefon bi bihîstina dengê wê re tê qutkirin. Endamên malbatê naxwaze ku dengê Şevînê bibihîsin. Lê Şevîn li hember van neyêniyan jî li ber xwe dide, ji aliyek ve rojnameya A.Welat dixwîne, li aliyek bi zarokên Leyla ya cîrana xwe re, ji bo xwendina pirtûkan têkiliyê datîne, li aliyek jî bêyî haya pîrikê jê çêbibe bi xêzkirina wêneyan re şarezayiya xwe ya wênesaziyê bi nepenî didomîne. Şevîn jinek ronak e, li hember jiyana kevneşopî bi keda destê xwe li jiyanê dinihêre. Bi nameyên ji Stêraya xwe re dinivîse em fêr dibin ku di deh saliya xwe de, ji ber zext û zora dewletê ya ku li ser malbata wê hatiye meşandin, dev ji gundê xwe yê girêdayî Misirca Sêrtê berdane û hatine li Amedê bi cih bûne. Nivîskar zarokatiya Şevînê bi riya nameyan wisa dide vegotin ku mirov bêyî yadkirin û bi bîranîna gundê xwe nikaribin rûpelên pirtûkê biqulipînin ser hev. Hela dema Şevîn qala diziya zebeşên werzê Gamêşê Nêr dike bi rastî jî zarokatiya mirovan di ber çavên mirovan re derbas dibe. Ehmêdê Seyro ji ber ku pir qelew e zarok navê wî dikin Gamêşê Nêr û pê dikenin. Disa Xalê Xelef û Mele Mehmûd çawa di wan rojên bi êş de ji gundiyên xwe re rêbertî kirine û ew hişyar kirine da ku deqa bênamûsiyê li eniya xwe nedin û çekên cerdevaniyê hilnegirin bi awayekî baş hatiye vegotin. A nebaş jî ew e ku piştî biryara malbatê ya hilnegirtina tivingên cerdevaniyê, rojek payiza paşîn gundê wan tevî zaroktiya wê ji hêla leşkeran ve tê şewitandin. Ne tenê gund û zaroktiya wê, kûçikên wan yê terka ber derê xani nedikir-Deqo- û pisînga wê Zînê jî di nav kavilên gund de tevî zaroktiya wê tê şewitandin. Û dara benav ya di hewşa wan de tim li ber çavan zindî û daçikiyayî ye… Ev beşa romanê ji bo dîroka nêz ya bîst an sih sal berê neyê jibîrkirin beşeke taybet e.
Roman di eslê xwe de trajediya jinê jî tîne ziman. Kurd an tirk, rojhilatî an rojavayî, xizan an dewlemend bêciyawazî êşa jina di bin barê jiyana kevneşopî an jî jiyana tevlihevî ya bajarî de hatiye eciqandin tê vegotin. Di karakterê Şevînê de ev rastî tê vegotin: Şevîn ewil ji ber bi dilê xwe bi Serwer re direve ji hêla malbatê ve tê naletkirin. Gava duyemîn jî derbê ji mêrê xwe yê bi hezkirin li pey çûbû dixwe. Ji ber zilamê cîranê wan yê doxînsit û çavbirçiyê laşê jinê ku Şevînê zivêr dike, mêrê wê dikeve gumana têkiliya di navbera wan de û debar nake, wê berdide. Şevîn jî li pey vê karesatê xwe li bajarên rojava digire û tê di dawiyê de li Îzmîrê dibe xizmetkarê jineke pîr a felcbûyî ya ew û Şevîn ji çandên ciyawaz tên. Derbên ji malbatê xwarî ne bes e, îja jî çandek ji jiyana Şevînê re xerîb dibe belayek nû. Dîsa dema hêj zarok e û ji gund koçî Amedê dikin ewilîn rastî tacîza peywirdarên ewlehiyê dibe ku bi ser mala wan de girtibûn, dû re pêrgî tacîza mêrê cîrana xwe Leylayê tê, herî dawî jî bi riya telefonê pêrgî tacîza cîranek din tê û ev rewş rê li ber parçebûna malbatê vedike. Ev rêze bela û koçberiya Şevînê jê re jiyanek di nava “Lerizînên Tenêtiyê” de tîne… Dîsa bi gotineke din di jiyana her jinê de, jinên din ji jiyana xwe parçeyek dibînin. Dema Şevîn bi rasthatiniyek serboriya Pîrê(Eyşê) hîn dibe dibîne ku janên wan hevpar e. Bi vebêjiya pîrê em hînî trajediya wê jî dibin: Pîrê hêj di liseyê de dixwîne dil dikeve Cemîl. Cemîl tevî ku ji malbateke xizan e, Eyşê xwesteka wî ya ji bo zewacê qebûl dike. Lê paşê Cemîl wê diterikîne û bêyî haya wê pê bikeve berê xwe dide Holandayê. Eyşê bi salan xeberek ji wî nastîne. Eyşê bi vê terikandinê xwe ranagire û teşebûsî xwekujtinê dike, ji bin transîtekê bi birîndarî xilas dibe. Di ser re çend sal derbas dibe Eyşê zanîngehê diqedîne û dibe mamoste. Hezkirê wê Cemîl jî bi hevala wê ya herî nêz Songulê re dizewice û ev agahî Eyşê dîn û har dike û ji tevahiya mirovan dûr dixîne û êdî hemû mirov di nêrîna wê de heyiyên bê ewle ne. Li dû zewaca hezkiriyê wê Cemîl, Pîrê/Eyşê jî bi wê hêrsê û bi hestê heyfhilanînê bi hevalê Cemîl ê herî nêz Cemal re, bê dilê xwe dizewice. Çend zarok jî jê re çêdibin. Ev zewaca Pîrê ya bê dil derê trajediyek din di jiyana wê de vedike. Lewre Cemal bi jineke ji rê derketî re têkiliyan datîne û Pîrê paştguh dike. Ev rewş rê vedike ku ji ber derûniya wê ya xirab rojek bîrînên wê yên berê lê zêde bibe. Rojek ewqas dibîne ku ji navê berjêr felc bûye. Lê rojek tê ku pîrê kujtina mêrê xwe Cemal jî dibihîze û jiyana wê bi tevahî reş dibe. Êdî Pîrê jî di nava tenêtiya xwe de dilerize… Serpêhatiya Leylaya ku cîrana Şevînê ye ji ya herduyan kambaxtir e. Ez dibêm trajediya wê jî hûn bi xwendina pirtûkê fêr bibin wê çêtir be. Li vir mirov digihêje wê encamê ku nivîskara me Çidem bi hestên jinane pirsgirêkên jinan bi serkeftî aniye ziman.
Şevîn bi nameyên ku ji Stêra xwe re dinivîse, bi vegotina serboriya malbata xwe ve, raboriya civaka kurd li ber çavan radixe: Şewitandina gundê wan ya ji hêla leşkeran ve, koçberbûna malbatan ya ber bi keviyên bajaran, destpêkirina xizaniyê, bêrîkirin û bendewariyên cih û warên bav û kalan û xwesteka şûnde vegera wan deran, hemû dibin stirî û di laşên endamên malbatan de dibin egerên janên nepen. Pê re jî ne tenê malbata Şevînê hemû endamên malbatên bi xîret êdî karkerên demsal in û ji bo kedxwaran keda erzan in…
Bi xeyalên ji xizaniyê xelas bibin bi rêberiya mirovekî Sêrtî ewilîn ber bi zeviyên gizêran yên deşta Qonyayê ve diçin; qasî du mehan xebata gizêran diqede, ji wir jî ber bi Edeneyê ve diçin. Li Edeneyê di baxçeyên zebeşan de dixebitin. Li wir pêrgî mirovên Amedî tên ku çarenûsa wan hêj reştir e. Şevîn û Serwer cara ewilîn li wir- Edenê- hevdu nas dikin. Û bingeha evîna bi janan hûnandî tê avêtin…
Evdilayê Mala Demûşkê bi vegotina serboriya gund û malbata xwe ve, çavsorî û zulimkariya leşkerên ku di çileyek sar û seqem de çawa gundê wan ê girêdayî navçeya Pasûrê-Qulp- şewitandine û ew koçberî cihên xerîb kirine dilê mirovan dide ber tîran. Û gava bavê Şevînê vê çîroka Evdileyê Pasûrî dibihîse dibîne ku qedera her kurdê bi xîret ê li gundan rastî pêkutiyên leşkerên tixûbnenas hatine pir dişibin hevdu… Li pey rizqên xwe malbatên welatparêz piştî Edeneyê bo kulbekirina-tevrikirina- pemboyî diçin navçeya Manîsayê Turgutliyê û gava kar li wir jî diqede bi xwestek û fişaliya pîrika Şevînê-bapîra wê- vedigerin Amedê. Li Amedê jî malbat pêrgî pekutiyên dewletê tên û bavê Şevînê ji ber îşkenceya mezin a di bin çavan de dibîne, debar nake û dimire…
Lê divê ez kêmasiyek honaka romanê bînim ziman ku nivîskar malbata Şevînê ewqas pir li bajaran dide gerandin ku bi xwendinê hişê mirov diçe. Mînak: Malbat berê diçe Qonyayê, dû re li Edene û Manîsayê dixebite. Gava kar diqede vedigerin Amedê. Ji Amedê cardin berê xwe didin Îzmîr û Manîsa Qapancayê. Çend hefte piştî xebatê vedigerin Amedê. Dîsa em dibînin nivîskar ji malbatê berê du kesan – birayê Şevînê Mezlûm û Sîpan-dide Qonyayê, berê Şevînê jî bi cîranan bo xebata di baxçeyê findiqan de dide herêma Behra Reş, navçeya Fatsayê. Şevîn piştî ji Fatsayê vedigere bi xebata xwe ya li ser pirtûkan zanîngehê qezenc dike û di Zanîngeha Dîcleyê Beşa Wêneyê de dixwîne. Li wir bi Serwerê ber dilê xwe re cara duduyan hevdu dibînin û bengîtiya wan ya dozdeh sal berê bi zarokane dest pê kiribû geş dibe. Gava malbat bi erênî nêzî zewaca wan nabe herdu hezkirî berê xwe didin Stenbolê. Li wir gelek zehmetiyan dikişînin û her yek li cihek kar dibînin. Şevîn jî li cem parêzerek qeşeng dixebite, pişti bi Stêrayê hemle dimîne dev ji kar berdide û di mala xwe ya dişibiya koxa mirîşkan de Stêrayê tîne dinyayê û wê mezin dike. Lê li vir jî siûda wê xerab dimeşe û malbatek tê mala vala ya kêlaka mala wan kirê dike. Zilamê vê malbatê zilamek dilxerab e û bê navber Şevînê zivêr dike. Şevîn ji ber ku bêewlehî nekeve navbera wê û mêrê wê vê rewşê ji Serwer re nabêje. Ta ku rojek mêrê wê peyamên wî zilamî ku Şevîn wî wekî Gumrehê Genî, Gumrehê Beratê bi nav dike di telefona Şevînê de dibîne. Ev wext êdî zengilê lêxistina ji hev veqetîna herdu hezkiriyan e. Mêrê Şevînê dema wan peyaman dixwîne êdî dinya li ber çavên wî reş dibe û Stêraya xwe hildigire û malê diterikîne… Ew roj ev roj e ku Şevîn êdî hay ji Stêraya xwe tune ye. Lê çi rasthatiniye ku Stêraya ber dilê wê li bajarê ew lê ji pîrê re xizmetê dike de dixwîne û bi ser de jî bi kurê Leylaya ku cîrana wê ye re hevaltiyê dike. Dawiya romanê bi xemgîniyek diqede. Şevîna ewqas di nava pêlên deryaya jiyanê de dihejiya, di dawiyê de di mala ku tê de bi mehmiz dixebitî de, li ser maseya nameyan ku ji Stêraya xwe re dinivîsî, ji ber nexweşiyek xedar dimire. Piştî mirina wê Stêraya wê ku navê wê yê rastîn Rojbîn e xwedîtiyê li termê wê dike û wê dibe li gundê wê yê bi navê Bêtahmê binax dike. Rexneyeke jî ew e ku mirov dikare bêje Şevîna ku zanîngeh qedandiye, bi hişmendiya kurdayetiyê ve têkildar e, hezkirê pirtûk xwendinê ye, dev ji têkoşîna jiyaneke mirovane bernade, çawa dibe ku xwe bi “hostatiya xeyalê nivîskar” di koletiya pîreke felcbûyî ya rojavayî de dibîne. Nivîskar çarenûseke ku hêvî bidaya me biafiranda wê çetir bibûya. Divê her romana me bi xemgînî û têkçûyiyan dagirtî nebe. Lê mixabin wa yê wisa dibe. Romanivîserên me divê êdî hinek mijarên ji xemgînî û karesatan hatiye parzûnkirin pêşkêşî xwendevanan bikin. Çimkî jiyana rojana bi têra xwe ew mijarên hatî nivîsîn şanî wan dane. Ya din jî divê nivîs/roman êdî ji bo giyanê mirovê kurd ku bi sed salan e di nava êş û azaran de hatiye hiştin, bibe dermanê nêrîneke bi hêvî û gulvedan li jiyanê. Û bi xwendina romanekê, bi rûkenî rûpela dawî biqulipîne ser ruhê xwe, devbiken dev ji romanê berde…
Ez dikarim li xwe mikur werim ku dema min hêj pirtûk nexwendibû min li nivîsên romanê yên bi herfên hûrik hatiye nivîsîn nihêrî û min xwe bi xwe got wê kî vê pirtûka hevok di zik hev de û bi van herfên hûrik hatiye nivîsîn bixwîne. Lê va yê min bêyî bêhnê bistînim xwend.
Roman bi honaka xwe ve heta dawiyê xwendevan bi xwendinê ve girê dide. Mirov dikare vê rewşê wekî serkeftina nivîskara hêja bibîne. Tenê kêmasiyek ew e ku di nameyan de di şûna ku nivîskar jiyana pîrê ji qîza xwe re dinivîsand, dikarîbû tiştên xwendevan di meraq û şaşwaziyê de bihêle, binivîsanda. Çend tiştên din ku ez wekî kêmasî dibînim dixwazim wan jî bînim ziman. Ya ewilîn em civakeke hêj nû bi xwendinê ve germ dibin in. Kevir biqelêşe deh hezar xwendevanên wêjeya kurdî/kurmancî li bakur tune ne. Ji bo ku em karên ên dixwînin hêsantir bikin û yê ku dê dest bi xwendinê bikin jî ber bi xwendinê ve kaş bikin, divê em pirtûkan hinek bi pûntoyên hêj mezintir binivîsin. Lerizînên Tenêtiyê bi pûntoyên pir biçûk hatiye nivîsîn. Ev rewş şopandinê, xwendinê zehmetir dike. Ya din hevok di zik hev de ye. Di pirên rûpelan de ya yek ya du paragraf hene. Ev rewş behnê li xwîner diçikîne. Divê hemû weşanxane vê wekî pêşniyarek bibîne û xwendina bi kurdî bigihêjine merhaleyeke rakêşer. Dîsa di romanê de di hêla nivîsînê de nivîskar li gelek cihan bi pey kifşkirina zayenda peyvê ketiye û xwendinê li xwendevan diherimîne. Bo dirêj nebe ez ê tenê yek mînakekê bidim:”Ez nikarim wek nivîskarekî/eke jêhatî derûniya xwe ya wê demê binivîsim”(rûp.189). Ger em di metnan de bi pey zayenda peyvê(ekî/eke yê) bikevin dê herikîna xwendinê, baldariya xwîner giş bi avê de biçe. Dîsa redaktekirin û rastnivîsîna hin peyvan, hevokan divê were kirin. Ji ber vê yekê divê di çapa duyem de ev pirsgirêk werin safîkirin.
Her tişt ji bo hin kes zanibin ku ev zimanê qedîm, hêj hinek civak li ser pişta hespan li pey terş û talanan bûn, pê helbest hatiye nivîsîn e.
**
Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz