Hozan Emîn
Helbestvanê kurd ê ji rojava Kurdistanê Mihemed Elî Hiso li bajarê Qamişlo di temenê xwe yê 86 salan de çû ser dilovaniya xwedê.
Di sibeha roja 4 adarê de helbestvanê bi nav û deng li rojavayê Kurdistanê, li piştî demekê ji nexweşiyê çavê xwe li jiyanê girt.
Helbestvan Mihemed Elî Hiso di sala 1930 de li gundê Girê Mozan girêdayî bajarê Amûdê ji dayik bûye, di temenê 30 saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên kilasîk kiribû, di bin bandora helbestvanên kurd ên navdar wekî Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar helbestên klasîk nivîsandin û di jiyana xwe ya tijî êş û kul çar dîwanên helbestê belav kirin.
Pirtûka wî ya yekem bi navê ”Nalîn” (navê keça wî ya şehîd ku di nava tevegera rizgariya Kurdistanê li bakurê Kurdistanê şehîd ketibû) di sala 1999’an de çap bû, ya diduyan “Derdê Ezîtiyê” di sala 2001’ê de belav kir, ya sisêyan “Zîlan”, ya çaran “Berxwedan” bû, û ya dawî jî bi navê “Ez û keça pakrewan” e ku li ber cape ye.
Mihemed Elî Heso ji ber hestên xwe yên welatpareziyê û ked xebata wî di ber çand û rewşenbîrî û her wiha tevgera wî ya siyasî gelek caran li ser destê rêjîma Baas li Sûriyê dihat girtin û zindan kirin û yek ji wan caran jî di sala 1993’yan de dema agir bi zindana Hesekê ket di wê zindanê de bû û bi zehmetiyek mezin ji mirinê rizgar bû.
Bi tevlîbûna rewşenbîr û nivîskarên deverê û bi axaftinekê ji aliyê Dîlawer Zengî de Serokê Yekîtiya Nivîsakrên Kurd li Sûriyê li goristana Hilêliyê li bajarê wî Qamişlo bi axê hat spartin.