Diyarname
Romana nivîskarê Diyarnameyê Hogir Berbir a nû ji nav Weşanên Aramê derket.
Nivîskar Berbir di romana xwe ya nû de xwendevanan dibe Mêrdînê, sala 1980'yî. Li gundê Biloka di dema derbeyê de bûyer diqewimin ku ev bûyer niha mijara vê romanê ye. Ev roman jî mîna berdewamiya romana Berbir "Siya Şikestunê Turcel"ê ye lê şêwe û hûnandina Xendeka Biloka - Gora Komî ji ya din cihê ye. Di dîroka vê têkoşîna kurdan de cara yekê bû ku li wê derê gora komî tê çêkirin; 6 şervan û 2 gundî bi hev re têne binax kirin.
Bûyera wê kêliyê bûyereke balkêş e; Wê demê gelek rêxistinên kurdan hene; her yek bi ser fikrekî ye. Yek ji wan wê kêliyê, ligel bi sedan endamên têkoşînê li wir civînek çêdikin, piştî civînê kom belav dibin lê komek ji wan di encama gilîkirina partiyeke din a kurdan de dikeve kêmînê. Leşker dor gund digirin û encama heyî dertê holê. Piştî pevçûneke mezin her 8 kes canê xwe ji dest didin; cenazeyan jî nadin malbatan û her 8 kesan çalekê de li Biloka binax dikin. Bi vê romanê ji nav dîroka kurdan bûyereke din zelal dibe û dime mijara wêjeyê.
Hogir Berbir Kî ye?
Nivîskar Hogir Berbir di sala 1976'an de li Derika Çiyayê Mazî hatiye dinê. Ji ber xebatên xwe yên siyasî sala 1995'an hatiye girtin û 10 salan girtî ma ye.
Heta niha gelek xebatên wî di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin, Ew niha di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.
Berbir, di navbera 2004-2007an de di Desteya Rêveberiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberiyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Ew yek ji damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.
Hin pirtûkên wî:
- Destanên Kurdî / Wêşanên Şaredariya Kayapinarê / Berhevkarî
- Siya Şikestî Tûrcel / Weşanên Aram
- Dûrsel û Marê Reş / Weşanên Ava / Çîrokên gelêrî
- Ji dengbêj Fadilê Kufragî Destan û Çîrokên Kurdî / Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê / Berhevkarî
- Zindanname / Weşanên J&J / Helbest
- Melekê Tawûs û Yêzîda / Weşanên Sîtav
- 8 çîrokên zarokan / Weşanên Şaredariya Baglarê / Çîrokên gelêrî
- Xendeka Biloka- Gora Komî / roman
- Xendeka Biloka - Gora Komî / Hogir Berbir / Weşanên Aram / 2024 / 120 rûpel / Roman


